Pêşnûmaya qanûnê ya pergala eskeriyê wê pêşkêşî Meclisê bikin
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mehmet Muş destnîşan kir ku pêşnûmaya qanûnê ya der barê pergala eskeriyê ya nû da wê îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bikin
TBMM
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mehmet Muş destnîşan kir pêşnûmaya qanûnê ya der barê pergala eskeriyê ya nû da wê îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bikin.
Muş li Meclisê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û destnîşan kir ku pêşnûmaya qanûnê ya der barê pergala eskeriyê ya nû da wê îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bikin.
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Muş diyar kir gorî pêşnûmaya qanûnê ya der barê pergala eskeriyê ya nû da dema eskeriyê dadikeve 6 mehî û eskeriya biberdêl jî wê daimî be û wiha got: "Di pergala nû da eskerî 6 meh e. Wexta qanûn bikeve rewacê kesên ku dema wan temam bûbe wê terhîs bibin û ji vê îmkanê îstifade bikin."
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Muş destnîşan kir pêşnûmaya qanûnê ya der barê pergala eskeriyê ya nû da heger ji Meclisê derkeve wê beriya eydê bikeve rewacê.