Polîtîka

Nûnerê Taybet ê Libyayê yê NYyê Selame ji Civîna Berlînê hêvîdar e

Nûnerê Taybet ê Libyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Xassan Selame daxuyand ew ji Civîna Berlînê ya ku wê di 19ê çileya paşîn da bê kirin hêvîdar e ku li Libyayê agirbest çêbibe.

Türkan Tosun  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
Nûnerê Taybet ê Libyayê yê NYyê Selame ji Civîna Berlînê hêvîdar e

Libyan

Mîsyona Piştgiriya Libyayê ya NYyê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand Selame û Alîkarê wî Stephanîe Wîllîams li herêma Bîn Aşûrê ya Trablusê cihên ku koçber lê dimînin ziyaret kirin. Di ziyaretê da Selame û Wîllîams kesên ji ber pevçûnên li Trablusê terka malên xwe kirine û bûne koçber guhdar kirin.

Selame daxuyand ew ji Civîna Berlînê hêvîdar e ku li Libyayê agirbesteke mayînde çêbibe.

Almanya hewl dide qeyrana li Libyayê bi rêya siyasî bê çareserkirin. Ji ber vê wê konferanseke navneteweyî li dar dixe.

Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas duh bi awayekî fermî Serokwezîrê Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî Fayîz es Serrac vexwendibû civînê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.