Polîtîka, Herekata Kaniya Aştiyê

Ji Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniya Herekata Kaniya Aştiyê

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: "Diayên me ji bo wê yekê ne ku bêyî pozê eskerên me yên qehreman xwîn bibe, Herekata Kaniya Aştiyê zûtir bi awayekî serkeftî bi dawî bibe"

09.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Ji Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniya Herekata Kaniya Aştiyê

Ankara

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got, "Diayên me ji bo wê yekê ne ku bêyî pozê eskerên me yên qehreman xwîn bibe, Herekata Kaniya Aştiyê zûtir bi awayekî serkeftî bi dawî bibe."

Kiliçdaroglu piştî ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir, ji ser hesabê xwe yê Twitterê ra daxuyanî da.

Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe da wiha got, "Diayên me ji bo wê yekê ne ku bêyî pozê eskerên me yên qehreman xwîn bibe, Herekata Kaniya Aştiyê zûtir bi awayekî serkeftî bi dawî bibe. Xwedê ewladên me biparêze, Xwedê ewladên me serfiraz bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.