Polîtîka

Ji Çavuşoglu ji Stoltenberg ra: Miemeleya li hemberî keştiya me nabe bê qebûlkirin

Türkan Tosun  | 26.11.2020 - Rojanekırın : 27.11.2020
Ji Çavuşoglu ji Stoltenberg ra: Miemeleya li hemberî keştiya me nabe bê qebûlkirin

Ankara

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra axivî û got, "Lêgerîna li keştiya bazirganiyê ya Tirkan ewa ku li Behra Spî di çarçoveya Hereketa Îrîniyê da dijî hiqûqê hat kirin, nabe bê qebûlkirin."

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê axaftina xwe û Stoltenberg da peyamek weşand.

Wezîr Çavuşoglu got ew li ser amadehiyên Civîna Wezîrên Karên Derva ya NATOyê axivîne û wiha dewam kir: "Min got miemeleya li hemberî keştiya me nabe bê qebûlkirin. Me geşedanên der barê Behra Spî, Lîbya û Qerebaxa Jorîn jî nirxandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın