Polîtîka

"Ji bo Kurdan piştî DEAŞê xetereya herî mezin YPG/PKK ye"

Ebdulhekîm Beşar ku di Hevpeymana Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê (HNMS) da nûnertiya Konseya Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) dike, ew hişyarî anî ziman ku piştî DEAŞê xetereya ku li pêşiya Kurdan e YPG/PKK ye

22.01.2019 - Rojanekırın : 23.01.2019
"Ji bo Kurdan piştî DEAŞê xetereya herî mezin YPG/PKK ye"

Ankara

ANKARA 

Ji lîderên Kurd ên mixalif ên Sûriyeyî Ebdulhekîm Beşar got ku piştî DEAŞê xetereya herî mezi a ku li pêşiya Kurdan e YPG/PKK ye.

Ebdulhekîm Beşar ku di Hevpeymana Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê (HNMS) da nûnertiya Konseya Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) dike, di daxuyaniya xwe ya ku da TRT Worldê da diyar kir ku gava ew li memleketê xwe Qamişloyê dijiya, ji bo kuştina wî YPG/PKKyê qaşo biryar da derxistin.

Beşar got ku amîrê mulkî yê Qamişloyê jê ra got ku heger ew di nava du rojan da navçeyê neterikîne, YPG/PKK dê wî bikuje û wiha got, "PYD ne Kurd û ne jî Sûriyeyî ye. Rojeveke wê ye ji bo Sûriyeyê an jî ji bo Kurdan tuneye."

Beşar wiha dewam kir, "Wan ji rejima Esed bêtir zirar da Kurdan. Herwiha PYD di navbera Ereb û Kurdan da bû sedemê perçebûnê."

Beşar got ku ew hêvî dike ku Amerîka, Kurdan û PYDyê ji hevdu cuda bike û wiha dewam kir, "Seba gelên Sûriyeyê pozîsyoneke bihêz û biîstiqrar a Tirkiyeyê heye."

Beşar bal kişand ku Tirkiye, Kurdan û YPG/PKKyê ji hevdu cuda dike û wiha got, "Ji bo Kurdan piştî DEAŞê xetereya herî mezin YPG/PKK ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.