Polîtîka

"Ji bo herêma ewle mutabaqata bi Amerîkayê ra destpêkeke baş e"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê li Sûriyeyê avakirina herêma ewle da got ku em dikarin mutabaqata duh weke destpêkeke zehf baş binirxînin.

Nihat Kavşut  | 08.08.2019 - Rojanekırın : 09.08.2019
"Ji bo herêma ewle mutabaqata bi Amerîkayê ra destpêkeke baş e"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê li Sûriyeyê avakirina herêma ewle da got ku em dikarin mutabaqata duh weke destpêkeke zehf baş binirxînin.

Çavuşoglu bi minasebeta Konferansa Balyozan ya 11emîn li Enqereyê li otêlekê di civîna çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo li Sûriyeyê avakirina herêma ewle got ku em dikarin mutabaqata duh weke destpêkeke zehf baş binirxînin.

Çavuşoglu der heqê bi Amerîkayê ra avakirina herêma ewle da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em ê nehêlin ku ev xebat mîna nexşerêya Minbicê bibe û nebe pêvajoya eglekirinê."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir hin kesên xwe mîna ronakbîr dibînin dibêjin Tirkiye şibiyaye Asyayê û Rojavayê piştguh dike û got ku ev şaş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.