Polîtîka

"Heke terorîst neçin emê wan bişînin"

Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan: " "Me bi Trump ra xeberda, divê ev terorîst ji rojhilata Feratê herin. Heke neçin, wê demê em ê bişînin. Lewra me aciz dikin."

Türkan Tosun  | 17.12.2018 - Rojanekırın : 17.12.2018
"Heke terorîst neçin emê wan bişînin"

Ankara

KONYA 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Meydana Mewlanayê ya Konyayê beşdarî merasima vekirina giştî bû û li wir bangî gelê Konyayê kir.

Erdogan got par ew çar caran hatiye bajêr, lê îsal ev cara duyem e û ew piştî 6 mehan hatiye Konyayê.

Serokomar Erdogan anî ziman ewê beriya hilbijartinê careke din bê Konyayê û behsa xebat, xizmet û veberhênanên li Konyayê hatine kirin, kir.

- "Kesên di qezayê da berpirsiyariya wan heye wê hesab bidin"

Erdogan behsa qezaya trena bilez ya li Enqereyê kir û got der barê qezayê da lêpirsîna adlî û îdarî dewam dike.

Serokomar Erdogan got sûcdar wê bên cezakirin û wiha axivî: "Emîn bin ku bêyî tu îstisnayê temamiyê kesên ku di qezayê da berpirsiyariya wan heye, hesab wê were pirsîn."

- "Divê ev terorîst ji rojhilata Feratê herin"

Erdogan der barê operasyona li rojhilatê Feratê da got ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axiviye û wiha dewam kir: "Me bi Trump ra xeberda, divê ev terorîst ji rojhilata Feratê herin. Heke neçin, wê demê em ê bişînin. Lewra me aciz dikin."

- "Em dev ji hedefên xwe bernadin"

Serokomar Erdogan got Tirkiye bi gavên emîn ber bi hedefên xwe dimeşe û wiha axivî: "Çi dikin bila bikin me dev ji hedefên xwe berneda, emê dev jê bernedin jî. Em dizanin, dema ew vê tevgera bibiryar û serfiraz a welatê me dibînin har dibin."

- "Trump bersiveke erênî da"

Erdogan destnîşan kir Serokê Amerîkayê Trump ji bo operasyonê bersîveke erênî daye û wiha got: "Hefta çûyî me bi fermî îlan kir ku emê operasyoneke eskerî li rojhilatê Feratê bikin. Me kir? Erê me kir. Em bi Birêz Trump ra jî li ser vê axivîn. Wî jî bersiveke erênî da. Niha em dişopînin. Heta li herêmê terorîstê dawîn bê berterefkirin, emê axên Sûriyeyê bihûst bihûst bigerin.Li ser xeta sînor a qasî 500 kîlomêtroyî bi taybetî bêyî ku zirarek li eskerên Amerîkayê bê li gor planên xwe em dikarin hema li Sûriyeyê dest bi operasyonên xwe bikin."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın