Polîtîka

"Ez qet bi siyasetmedarekî wiha yê nedurist ra nexebitîm"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê rewşa li Îdlibê da got bi heyeta Rûsyayê ra hevdîtin hatin kirin, lê lihevkirinek çênebû û divê li Îdlibê guh bidin agirbestê.

Türkan Tosun  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
"Ez qet bi siyasetmedarekî wiha yê nedurist ra nexebitîm"

Ankara

 - Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê rewşa li Îdlibê da got bi heyeta Rûsyayê ra hevdîtin hatin kirin, lê lihevkirinek çênebû û divê li Îdlibê guh bidin agirbestê.

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Slovenyayê Mîroslav Cerar hevdîtinek kirin û paşê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Li ser pirsa rewşa li Îdlibê Çavuşoglu wiha got: "Heke li ser vê lihevkirinek çêbûbûya hewcedarî îro bi vê civînê çênedibû. Di hevdîtina roja şemiyê da firk û pêşniyar hatin parvekirin û heyeta Ûris çû Urdunê. Dema vegeriyan îro ji saet 12.00an pê va civînan dest pê kir. Ka em binêrin çi encam wê ji civînan derkeve. Heke rejim êrîşên xwe bidomîne tevdîrên ku emê bibînin jî ji hêla Birêz Serokomarê me Erdogan ra bi wesileyên cuda va hatin gotin."

Çavuşoglu got ya girîng ew e ku agirbest çêbibe, kesên ji ax û malên xwe koç kirine veregin û wiha dewam kir: "Êrîşên rejimê dewam dikin, evqas sivîl tên kuştin, koçberî çêdibe û di nav rewşeke wiha da ne mumkin e behsa pêvajoya siyasî û Komîsyona Qanûna Bingehîn bê kirin."

Wezîr Çavuşoglu got heke ji hevditinan tu encamek dernekeve dibe ku Erdogan û Putîn bên bal hevdu.

- "Ez qet bi siyasetmedarekî wek Akinci yê nedurist ra nexebitîm"

Der barê daxuyaniya Mustafa Akinciyê Serokomarê Qibrîsê ya di rojnameya Îngilizan The Guardîanê da hatin weşandin û dibêje "Qibrîsa Bakur heke bi Tirkiyeyê va bê girêdan ewê pir xirab be" da jî Çavuşoglu got Tirkiye li hin welatên Rojavayî wek melzemeya siyasetê tê bikaranîn, niha Akinci jî Tirkiyeyê dike melzemeya siyasetê".

Çavuşoglu Akinci rexne kir û wiha got: "Ez qet bi siyasetmedarekî wek wî yê nedurist ra li tu derekî nexebitîm. Ezê mînakên vê li rojên pêş me eşkere bikim. Dema hevdîtinên li Crans Montanayê yên der barê nexşerêyê da qediyan, tevgerên wî yên nedurist ên paşê, encamên van hevdîtinan Serokwezîr jî di nav da tu kesekî ra negotina wî û gelek tiştên wî yên nedurist çêbûn. Ji bo gelê Tirk ê Qibrîsê siyasetmedarekî wiha nabe. Ji bilî ku têkiliyên bi Tirkiyeyê ra xirab bike çi xizmetê dikare bike. Divê mirov vê baş binirxîne."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.