Polîtîka

Erdogan: Li Rojhilatê Behra Spî tu denklema adil tê da cih negire, nikare aştî û îstiqrarê pêk bîne

Serokomar Erdogan: Li Rojhilatê Behra Spî tu denklema ku welatê me û Komara Tirk a Qibrisa Bakur bi awayekî adil tê da cih negire, nikare aştî û îstiqrarê pêk bîne.

İbrahim Atmaca  | 15.11.2020 - Rojanekırın : 15.11.2020
Erdogan: Li Rojhilatê Behra Spî tu denklema adil tê da cih negire, nikare aştî û îstiqrarê pêk bîne

Ankara

Serokomar Erdogan: "Îro li Qibrisê du gelên cuda, du dewletên cuda hene. Li ser bingeha wekheviyê ya desthilatdariyê divê çareserkirina du dewletî were mizakerekirin."

 "Tirkên Qibrîsê li hemberî gelek êrîşên dijî hebûna wan şikir li ser axa xwe bi serfirazî, bişanazî û azad dijîn."

 "Li hemberî ewqas zilm, îşkence û îxanetê me alaya xwe ya têkoşînê tu carê nexist erdê. Bi têkoşîna Mehmetcîkên me û mucahidên me ya destankî em gihîştin serkeftinê."

 "Mafên meşrû yên gelê Tirk ê Qibrîsê, mijara Qibrîsê, bi awayekî ewlebûna wê bê temînkirin û were çareserkirin, mijara me ya ewil e."

 "(Çavkaniyên hidrokarbonê) Weke welatê garantor êdî tehamula me jî ya KKTCyê jî ji lîstikên dîplomasiyê ra nemaye."

"Kesên li Qibrîsa Bakur dijîn, lê giliyê Serokomarê xwe ji qaşo rêvebirên Qibrîsa Başûr dikin heke wisa zen dikin ku Qibrîsa Başûr wê xurt bibe bila bizanibin ku ew dixapin."

 "Li Rojhilatê Behra Spî tu denklema ku welatê me û Komara Tirk a Qibrisa Bakur bi awayekî adil tê da cih negire, nikare aştî û îstiqrarê pêk bîne."

 "Li Qibrîsê hevkariya Rûman a di 1963an da bi zora çekan xirab bû, bi darbeya cuntaya Yewnan a 1974an da jî ji holê rabû ne mumkin e ku ava bibe."

 "Di mijara Qibrîsê da yek mexdûrek heye ku ew jî Tirkên Qibrîsê yên bi salan e tune tên hesabkirin û mafên wan tê binpêkirin in."

 "Heta ku lihevkirineke adil çênebe, em ê li Rojhilatê Behra Spî lêkolînên xwe yên sîsmîk û fealiyetên xwe yên sondajê bi biryardarî bidomînin."

"(KKTC) Armanca gava li Maraşê tê avaêtin ew e ku mexdûriyetên heyî ji holê rabin, ne ew e ku mexdûriyetên nû çêbibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın