Polîtîka

Erdogan hedefên plana bo 100 rojan ya duyemîn eşkere kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Nasandina Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn da axivî û hedefên plana bo 100 rojan ya duyemîn eşkere kir.

Nihat Kavşut  | 13.12.2018 - Rojanekırın : 14.12.2018
Erdogan hedefên plana bo 100 rojan ya duyemîn eşkere kir

Ankara

ANKARA

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Nasandina Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn da axivî û hedefên plana bo 100 rojan ya duyemîn eşkere kir.

Erdogan di xeberdana xwe da ji bo qezaya trênê ya li Enqereyê diyar kir wê lêkolîneke berfireh were kirin, berpirsiyar bên eşkerekirin û çi hewce bike wê bê kirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn da soz didin ku wê 454 xebatên ku qederê 24 milyar lire ye temam bikin.

Erdogan diyar kir hewesa kesên xwestin rewşa di kuran da dijî hikûmetê biemilînin di gewriya wan da hiştin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê firsendê nedin kesên ku dixwazin binê 'keştiya Tirkiyeyê' ya ku 81 milyon kes tê da ne qul bikin.

Erdogan diyar kir li hemberî ewqas zehmetiyan di bernameya xwe ya îcraetê ya rojane ya 100 roja ewil da gihîştine performanseke ji sedî 97an.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji 400 projeyên Bernameya Xebatê ya Bo 100 Rojan 340 proje temam kirine û wiha got: "Di pîrozbahiya salvegera 95emîn a Komara me da me abîdeyeke nû ya serkeftinê ji Tirkiyeyê ra çêkir. Etaba ewil a Balafirgeha Stenbolê ya ku 90 milyon rêwî kapasîteya wê heye hat vekirin ku wê di nav abîdeyên şanaziyê yên welatê me da cihê xwe girt."

Erdogan diyar kir ji bo 400 çalakiyên di bernameya wan ya îcraetê budçeyeke maliyeta wê 43 milyar lire ye hat pêşbînîkirin û got ji bo îcraetên hatin kirin jî 37,3 milyar lire hat xerckirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Bernameya Serokomariyê ya ji bona 5 salan ku nexşerêya heyama li pêşiya me ye temam kirine û got ku em ê bernameyê pêk bînin.

Erdogan diyar kir ji bo ku alîkariya ciwanên wan bê kirin ku ew di dahatûyê da planên xwe yên kar tercîh bikin, di hemû zanîngehên xwe da Navendên Kariyerê ava dikin.

Serokomar Erdogan diyar kir ji bo ku Tirkî rast were bikaranîn kampanyayeke nû didin destpêkirin û wiha got: "Tabelayên ku estetîka bajarên me xerab dikin em ê bi wan ra têkoşînê bidin."

Erdogan destnîşan kir li 81 bajaran Navendên Têkoşîna Dijî Karkeriya Zarokan ava dikin.

Serokomar Erdogan diyar kir di çarçoveya aştiya îmarê da serlêdana 8,5 milyon welatiyên xwe hildane û got ku yên mayî jî em hê hildidin.

Erdogan diyar kir di 100 rojên li pêş li hemberî sazûmaniya dervayî welêt a FETOyê bi taybetî şaxa wê ya aboriyê hewldanên nû didin destpêkirin.

Serokomar destnîşan kir dest bi çêkirina beşa projeya Xeta Boriya Xaza Siruştî ya TurkAkimê ya li ser axa welatê xwe dikin û got ku heta dawiya 2019an em ê wî jî biqedînin.

Erdogan destnîşan kir ji bo çandiniyê hilberîna 3 gubreyên bor ên nû didin destpêkirin û got ji bo hezar qadên madenê daxilê aboriyê bibin em îhaleyê didin.

Serokomar Erdogan diyar kir ji bo ciwanan seba bibe dengê wan wê bi navê "Em di heman frekansê de ne" Radyoya Ciwantiyê ava bikin.

Erdogan destnîşan kir di 100 rojên duyemîn ên pêş da Plana Têkoşîna Aboriya Neqeydkirî didin amadekirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bo zêdekirina veberhênanên sermayeya taybet û seba veberhênanên teknolojiya pêşketî fînansmana alternatîf çêbe Fona Pêşketinê ya Tirkiyeyê wê ava bibe.

Erdogan diyar kir di asta duyemîn a bernameya xwe ya îcraetê da ronîkirina 35 kîlomêtroyî ya sînorê Îran-Agirî-Îdirê, sîstema şopandina kamerayê, sensora ewlehiyê dixin rewacê û wiha got: "Em Enstîtûya Trafîkê ava dikin, projeyên wekî "Tunela Jiyanê" dixin rewacê û hedefa me ew e ku qezayên trafîkê yên mirî û birîndar çêdibin li gor heman heyama par ji sedî 1 kêm bibin."

Serokomar Erdogan diyar kir piştî ku pergala randevuyê ya nû ket dewrê, maweya randevuya seba nasname û ehliyetê ji 60 rojî dadikeve 10 rojan.

Erdogan diyar kir ji bo bihêzbûna îstiqrara fînansal û pêşveçûna sektorê Komîteya Îstiqrara Fînansal û Pêşketinê tesîs bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di heyama duyem a 100 rojî da di çarçoveya restorasyona berhemên çandî da restorasyona 8 mizgeft û kuliyeyên dîrokî wê bên kirin.

Erdogan diyar kir di pêvajoya ji perwerdeya ewil derbasbûna perwerdeya navîn da wê sîstemeke sade, jê tê fêmkirin, bersivê dide daxwaz û pêdiviyên xwendekaran bê avakirin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir di çarçoveya Bernameya Îcraetê ya 100 Rojên Duyemîn da krîterên bicihkirina dibistanan a ji perwerdeya bingeh bê ezmûn derbasbûna perwerdeya navîn wê werin rojanekirin û wiha got: "Di heyama pêş me ya duyem a 100 rojî da emê kar û barên qebûlkirina keştiyên bin behrê yên 'TCG Dolunay' û 'TCG Doganay'ê temam bikin."

Serokomar Erdogan ragihand, di çarçoveya Bernameya Pêşketina Gundewarî da ji bo 505 veberhênên kutakirî 250 milyon lire hîbe wê were dayîn.

Erdogan destnîşan kir di nav sînorên wan da qadeke 1,6 milyon mêtreqareyî ku ji ber mayîn û muhimatên neteqiyayî nayê bikaranîn û got ku me xebatên paqijkirina wê da destpêkirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di plana xebatê ya bo 100 rojan ya duyemîn da ji bo rê li ber obezîteyê bê girtin wê 30 navendên obezîteyê bên avakirin.

Erdogan destnîşan kir wê ji bo AKMya li Teqsîmê di meha rêbendanê îhaleyê bikin û xîmê wê biavêjin û got em ê wê derê bikine navenda operayê.

Erdogan destnîşan kir di çarçoveya Bernameya Alîkariya Projeyên Cotkarên Ciwan da wê ji 2 hezar û 250 cotkarên ciwan her yek 30 hezar lire alîkariya hîbeyê bistîne û wiha got: "Ji bo hilberîna xumalî û neteweyî, em ê herî zêde KOBIyên ku di sektora teknolojî û îmaletê da cî digirin 274 milyon lire alîkariya pereyan bidine wan."

Serokomar Erdogan diyar kir şaxên pîşeyan ên esnaf û zinaetkaran rojane dikin û wiha got: "Em modela venêrîn û kontrolê ya piyaseya nû didin çêkirin. Em ê ji bo îxracatkarên me daneyên kurewî yên li ser bazirganiyê ji nêz va bişopînin, "Platforma Îxracatê ya Elektronîk' ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.