Polîtîka

"Em ê ji Qertela xwe ra baxçeyekî gel yê xweş çêkin"

Serokomar Erdogan: "Di vê heyamê da 2 projeyên me yên girîng hene: Yek baxçeyên gel e û yek jî qiraetxaneyên gel e. Înşallah em ê ji Qertela xwe ra baxçeyekî gel yê kaw çêbikin û qiraetxaneya gel vebikin. Em ava dikin, ew xirab dikin."

Nihat Kavşut  | 22.06.2018 - Rojanekırın : 22.06.2018
"Em ê ji Qertela xwe ra baxçeyekî gel yê xweş çêkin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di vê heyamê da 2 projeyên me yên girîng hene: Yek baxçeyên gel e û yek jî qiraetxaneyên gel e. Înşallah em ê ji Qertela xwe ra baxçeyekî gel yê kaw çêbikin û qiraetxaneya gel vebikin. Em ava dikin, ew xirab dikin. Ew ekîba xirabkirinê ne em ekîba avakirinê ne."

Erdogan li Meydana Qertelê di mitînga partiya xwe da xitabî gel kir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ne ji bona bibin mezinê gel ji bona ku bibin xizmetkarê gel hatine û got me bi xizmetan li cem we cî girt û yê ku ev der (Qertel) xist navçe em in.

Erdogan diyar kir ku di vê heyamê da 2 projeyên wan yên girîng hene û wiha got: "Yek baxçeyên gel e û yek jî qiraetxaneyên gel e. Înşallah em ê ji Qertela xwe ra baxçeyekî gel yê kaw çêbikin û qiraetxaneya gel vebikin. Em ava dikin, ew xirab dikin. Ew ekîba xirabkirinê ne em ekîba avakirinê ne."

Serokomar Erdogan der barê daxuyaniyên li ser bihabûnê da wiha got: "Çi dibêje, bihayê filan tiştî wiha ye, bihayê bêvan tiştî wiha ye. Birê min, çawa dixwazî wisa bike û ji pireya bi kêrî te tê ra derbas bibe. Tu ji ya ku biha ye derbas nebe, me ew bi sektora taybet da çêkirin, ev curbecurkirina çavkaniyan e. Yê ku perê wan hebe ji ya sektora taybet Pireya Yavuz Sultan Selîm ra derbas dibe û yên din jî ji yên din ra. Muharrem Beg tu jî ji wan ra derbas bibe."

Erdogan destnîşan kir ku niha li aliyê Anadoluyê nexweşxaneyeke bajêr ava dikin û wiha peyivî: "Em li balafirgeha eskerî ya berê ya Samandirayê nexweşxaneya bajêr ava dikin. Li aliyê Anadoluyê di qada tenduristiyê da wê tu pirsgirêk nemîne."

Serokomar Erdogan diyar kir ku ji bo roja yekşemê ji miletê xwe bawer dike û got ji miletê xwe hez dikim, miletê min roja yekşemê bersiva hewce dike wê bide wan.

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha axivî: "Niha çi dibêjin? 'Ez çima nexweşxaneya bajêr çêbikim?' Kî vê dibêje? Ji namzedan yek. Wisa be tu ji bo çi têyî vir? Nexweşxaneya bajêr çêneke, nexweşxaneya dewletê çêneke, tu yê çi çêbikî wê bibêje."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın