Polîtîka

"Di pêvajoya hilbijartinê da navendên hin hêzan dixwazin pozîsyonê bistînin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Mîna her hilbijartineke li Tirkiyeyê, hilbijartinên 31ê Adarê jî ji bo pergalê pir girîng in û di vê pêvajoyê da navendên hin hêzan dixwazin pozîsyonê bistînin."

Önder Beyter  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 21.01.2019
"Di pêvajoya hilbijartinê da navendên hin hêzan dixwazin pozîsyonê bistînin"

Samsun

SAMSUN

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wiha got, "Mîna her hilbijartineke li Tirkiyeyê, hilbijartinên 31ê Adarê jî ji bo pergalê pir girîng in û di vê pêvajoyê da navendên hin hêzan dixwazin pozîsyonê bistînin. Rêxistina terorê dê bixwaze di vê derê da pozîsyonê werbigire. Yên ku ji îstiqrara Tirkiyeyê aciz in, dê bixwazin pozîsyonê werbigirin."

Soylu di "Civîna Ewlekariyê ya Herêmên Hilbijartinê" ku li bajêr li otêlekê hat lidarxistin da axivî û destnîşan kir ku ev civîna sêyemîn e ew ji bo aramî û ewlehiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li dar dixin.

Soylu bal kişand ku ew li Samsunê ligel walî, midûrê ewekariyê û fermandarê cendirmeyan ên 11 parêzgehên li Herêma Behra Reş ên wekî Amasya, Artvîn, Bayburt, Gîresun, Ordu, Gumuşhane, Kastamonu, Rîze, Sînop û Trabzonê hatin cem hev û wiha dewam kir, "Bi vê wesîleyê va ez wê hêviyê dikim ku hem ev civîna me û hem jî hilbijartinên ku nêzîk dibin, ji bo welatê me, miletê me û mirovahiyê bi xêr be."

Wezîr Soylu bal kişand ku navendên hin hêzan xwe amade dikin ku di hilbijartina herêmî da pozîsyonê werbigirin û wiha dewam kir, "Mîna her hilbijartineke li Tirkiyeyê, hilbijartinên 31ê Adarê jî ji bo pergalê pir girîng in û di vê pêvajoyê da navendên hin hêzan dixwazin pozîsyonê bistînin. Rêxistina terorê dê bixwaze di vê derê da pozîsyonê werbigire. Yên ku ji îstiqrara Tirkiyeyê aciz in, dê bixwazin pozîsyonê werbigirin.

Sala çûyî rêxistina terorê PKKyê dixwest û hewl dida ku li Herêma Behra Reş bi taybetî jî li kirê vê derê xwe bi cih bike. Di heman çarçoveyê da jî xwestin ku ji bo koçberî û qaçaxçîtiya hişbirê ku du kanên dahatê yên sereke yên rêxistinê ne, ji ser Behra Reş ra rotayeke nû çêbikin. Me di her du mijaran da zû tedbîr standin û me hem li ser erdê û hem jî li ser behrê rê li van birî ku li Herêma Behra Reş bi cih nebin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.