Polîtîka

Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da memoranduma sêalî hat îmzekirin

Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de der barê pêvajoyên endamtiya NATOyê yên Fînlandiya û Swêdê da memoranduma sêalî hat îmzekirin.

Ömer Tuğrul Çam  | 28.06.2022 - Rojanekırın : 29.06.2022
Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da memoranduma sêalî hat îmzekirin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de der barê pêvajoyên endamtiya NATOyê yên Fînlandiya û Swêdê da memoranduma sêalî hat îmzekirin.

Li Madrîdê li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê ku Lûtkeya NATOyê lê tê lidarxistin, Serokomar Erdogan, Serokomarê Fînlandiyayê Niinisto, Serokwezîra Swêdê Andersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg beşdarî lûtkeyê bûn.

Hevdîtina ku bi mazûvaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg hat lidarxistin, ji çapemeniyê re girtî 2 saetan ajot.

Di hevdîtina çaralî ya di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de Swêd û Fînlandiyayê peyman da Tirkiyeyê ku di têkoşana dijî PKKê de hevkarê Tirkiyeyê bin û nebin piştevanê PYD/YPG û FETOyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg ragihand ku ji bo beşdariya Swêd û Fînlandiyayê bo NATOyê digel Tirkiye mitabeqet hat kirin, dê fikarên Tirkiyeyê ji holê rakin.

Stoltenberg destnîşan kir ku ji îmzakirina memorandûma sêalî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê kêfxweş e û ragihand ku dê lîderên welatên endamên NATOyê sibe birayara dawetkirina Swêd û Fînlandiyayê bo NATOyê bidin.

Piştî hevdîtinê memoranduma sêalî hat amadekirin û ji aliyê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîra Karên Derve ya Fînlandiyayê Pekka Haavisto û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ve hat îmzakirin.

- Danezana Hevpar

Di danezana hevpar a Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de wiha hat gotin, "Fînlandiya û Swêd êrîşên hemî rêxistinên terorê yên li dijî Tirkiyeyê bi awayekî safî û vekirî şermezar dikin."

Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê bi mebesta rêgiriya li fealiyetên rêxistinên terorê biryar dan ku hevkariya xwe zêdetir bikin. Fînlandiya û Swêd dê agahî, delîl û îstixbarata Tirkiyeyê berbiçav bigire û derbarê gumanbarên terorê daxwazên deresînorkirin û îadeyan xurt cîbicî bike. Fînlandiya û Swêd dê li dijî komkirina pera û hemî fealiyetên ji bo PKKê û dûvikên wê lêpirsînê bide destpêkirin û wan qedexe bike. Tirkiye piştevaniya xwe ya vekirî ji bo polîtîkaya deriyê vekirî ya NATOyê û ji bo dawetkirina Fînlandiya û Swêdê bo nav NATOyê di Lûtkeya Madrîdê de teyîd dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.