Polîtîka

"Di mijara S400an da em bi tu awayî paşve gav navêjin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Di mijara S400an da) Di vê mijarê da em bi tu awayî paşve gav navêjin. Amerîka heke li hemberî me gavên neyînî bavêje, gavên ku em jî dijî wan bavêjin hene."

Türkan Tosun  | 14.06.2019 - Rojanekırın : 16.06.2019
"Di mijara S400an da em bi tu awayî paşve gav navêjin"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Çavuşoglu pirsên nûçegihanên AAyê bersivandin û di mijara S400an da wiha got: "Di vê mijarê da em bi tu awayî paşve gav navêjin. Ji bo ku em bibin gelê serbixwe û azad emê biryardariya xwe bidomînin."

- "Gavên ku em jî dijî wan bavêjin hene"

Der barê mueyîdeyên Amerîkayê yên dibe ku li hemberî Tirkiyeyê bên kirin da Çavuşoglu wiha got: "Amerîka heke li hemberî me gavên neyînî bavêje gavên ku em jî dijî wan bavêjin hene."

Çavuşoglu ji bo garantoriya Rûsyayê wiha got: "Em nikarin wê mazeretê qebûl bikin ku dibêjin 'xebera me nakin'."

- "Di têkiliyên dualî da bi Erebistana Siûdî ra pirsgirêkeke me tune"

Wezîr Çavuşoglu der barê têkiliyên bi Erebistana Siûdî ra wiha axivî: "Em bûyera Cemal Kaşikçi ji dervayî têkiliyên me yên dualî digrin, lê ew pir derva nagrin. Serokomarê me di eydê da li Qral Selman geriya ev jî nîşan dide ku di têkiliyên dualî da bi Erebistana Siûdî ra pirsgirêkeke me tune."

Der barê rageşiya li Kendava Umanê da Çavuşoglu wiha got: "Dibê lêpirsîneke girîng were kirin heke wisa nebe jî dibe ku rageşiyên wiha ber bi cihên din herin."

Ji bo mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Îranê jî wezîr Çavuşoglu got "Em ji bo ku beşdarî pergaleke wek INSTEXê bibin bi Yekîtiya Ewropayê û Îranê ra hevdîtinên xwe didomînin."

- "Me keştiyên xwe yên sondajê şandin"

Çavuşoglu der barê rageşiya li Behra Spî da wiha axivî: "Ji bo parastina heqên Tirkiye û KKTCyê me keştiyên xwe yên sondajê şandin, dema me keştî şandin silikîn."

- "Amerîka aligiriyê dike"

Wezîr Çavuşoglu li ser meseleya Qudis û Filistînê jî axivî û wiha pê da çû: "Me di gavên yekalî yên ku Amerîka di mijara Qudisê da davêje da feydeyek nedît, Amerîka aligiriyê dike. Çareseriyeke Qudsê û Filistînî bi pereyan diguhere em qebûl nakin, ne mumkin e. Divê Amerîka û Îsraîl di mijara Filistin û Qudsê da fêm bikin ku her tişt bi pereyan naguhere."

Çavuşoglu ji bo asayîbûna têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê da jî got niha di rojevê da mijareke wiha tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.