Polîtîka

Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Kiliçdaroglu namzed e

Nihat Kavşut  | 25.07.2020 - Rojanekırın : 26.07.2020
Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Kiliçdaroglu namzed e

Ankara

 Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Parlamenterê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu ji bona serokatiya giştî wek namzed hat nîşandan.

Li Bîlkent Odeonê Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê didome.

Komcivîna ku raporên xebat û hesaban tên kirin dema ku ji bona namzediya serokatiya giştî hatibû danîn di 15.00an da qediya.

Seroka Dîwanê Ozlem Çerçîogluyê ragihand ku di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Parlamenterê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu ji bona serokatiya giştî wek namzed hatiye nîşandan.

Çerçîogluyê destnîşan kir hemû serokên bajaran Kiliçdaroglu wek namzed nîşan dane.

Di komcivînê da Aytug Aticiyê Parlamenterê Mêrsînê yê berê, Îlhan Cîhanerê endamê Meclisa Partiyê û Prof. Dr. Tolga Yarman bernamzediya xwe eşkere kiribûn.

Çerçîogluyê diyar kir serlêdanên namzediya ji bona Meclisa Partiyê û Lijneya Disiplînê ya Bilind wê di saet 17.00 û 19.00an da bên hildan û komcivîn sibê di navbera saet 08.00-10.00an da bidome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.