ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Çapemenî lazim e li hemberî dekbaziyên ku li ser vîna gel û rasterast li dijî gel tên kirin helwesta xwe eşkere nîşan bide û di bêhiqûqiyan de divê çapemenî cih negire."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan di merasima lihevkirina 2yemîn peymana kar a komî ya navbera Anadolu Agency (AA) û Medya-Îşê de ku li Eywana Konferansa AA hat kirin de axivî û diyar kir ku ramana azadiya çapemeniyê bi exlaqê çapemeniyê mimkûn e.
Akdogan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna azadiya çapemeniyê divê exlaqê çapemeniyê jî bi heman lezê bimeşe û ev her du raman di heman demê de girêdayiyê hiqûq û demokrasiyê ne, lewra pêşveçûna azadiya çapemeniyê jî li gor pêşveçûna hiqûq û çapemeniyê dimeşe û wiha dewam kir: "Çapemeniya ku ji hêmanên girîng ên demokrasiyê yek e ewilî divê rêzê nîşanî demokrasiyê, hiqûqê û vîna gel bide û tevlî van jî divê ji bo pekandina êrîşên ku li ser van tiştan tên kirin hewl bide. Medya di çapemeniyê de hêza 4emîn e. Ji perçeyekî demokrasiyê yek e lê bi tena serê xwe tu xêra wê tuneye, lewra ew bi tena serê xwe ne xwediyê wê taybetiyê ye. Ew tiştên ku di nav xwe de dihewîne, misyona wê û rola ku li vê derê pêk tîne di vê mijarê de pir girîng e. Yanî ew tiştên ku li dijî demokrasiyê tên kirin û çapemeniyeke ku ji bo van tiştan jî destê xwe lihevxe û berdevkiya wê bike ew çapemenî nabe hêza 4emîn a demokrasiyê. Tiştekî wisa jî ji xwe nayê qebûlkirin."
"Di pergala hiqûqê de tu kes bi îmtiyaz nîne"
Alîkarê Serokwezîr ragihand ku di kirina sûc de bikaranîna amûrê pir jî girîng nîne û wiha dewam kir: "Dixwazî bila ev yek bi navbeynkariya çapemeniyê kiribin û dixwazî jî bi destê endamekî çapemeniyê dabin kirin, ev yek vê ji holê ranake. Di pergala hiqûqê de tu kes bi îmtiyaz nîne. Sekna li hemberî hewlên bêhiqûqî jî pir girîng e. Rojnameger divê li gor rêgezên pîşeya çapemeniyê tevbigerin. Belkî nêrîna ji dekbazî û kumpasê dûr sekinînê jî meriv di nav van rêgezan de bi cih bike."
"Ez wisa hêvî dikim ku tezebûn deriyên xêrê vebike"
Akdogan hêviyên xwe yên xêrê yên ji bo peymana nû û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AA Şenol Kazanciyê ku nû dest bi kar kir jî parve kir û wiha got: "Ev cih guhertin rûdana tezebûnê ye. Ez wisa hêvî dikim ku ev tezebûn ji bo sektora medyayê, welatê me, gelê me deriyên xêrê vebike."
Alîkarê Serokwezîr pesnê AAya ku di demên dawîn de îmzeya xwe diavêje bin serfiraziyen mezin da û wiha berdewam kir: "Di vê serkeftinê de xebat û giroyên rêvebir û xebatkaran heye. Ez ji her du aliyên ku ji bo peyman bikeve rewacê hewl dan re spas dikim. Ez zanim ku meriv nikare wê gorî û xebata we bi pereyan bipîve."
Pirsgirêkên ku endamên çapemeniyê pê re rû bi rû ne jî di rojeva Akdogan de cih girt û wî got ku ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan biryara lidarxistina 3 komxebatan dane.
Di axaftina xwe de got ku endamên çapemeniyê yên ku di saziyên din de dixebitin berhemên wan li ser navê wan tê weşandin lê ev yek ji bo xebatkarên AAyê wisa nîne, lewra ew ji bo pêşveçûna saziya xwe hewl didin û ji wan her yek eqîtekî bênav e.