Polîtîka

Di binê pirsgirêka protokolê da qayîşkêşiya pêşengên YEyê derket

Emel Öz  | 11.04.2021 - Rojanekırın : 12.04.2021
Di binê pirsgirêka protokolê da qayîşkêşiya pêşengên YEyê derket

Ankara

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YEyê Charles Michel wexta ku li Enqereyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtin kir, di hevdîtinê da bûyereke protokolê derket û piştî bûyerê YEyê çapemenî agahdar kir, lê derket holê ku di agahdarkirinê da beralîkirinên şaş hene.

Rayedarên Konseya YEyê roja pêncşemê li Brukselê bi çapemeniya akredîte ra nîşeyeke agahdariyê parve kir.

AAyê der barê gotinên ku di nîşeya rayedarên YEyê parve kir da cih girtin da ji miqamên Tirkiyeyê pirs pirsîn.

Agahiyên ku miqamên Tirkiyeyê dan, aliyên cuda yên mijarê derxist holê.

Aliyê YEyê îdia kiribû ku servîsa protokolê ya Konseyê beşdarî civîna amadekariyê bû, servîsa protokolê ya Komîsyonê beşdar nebû, ji wezîfedarên ewlehiya Von der Leyenê tenê wezîfedarek amade bû, ji Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê ji bilî wezîfedarekî ewlehiyê kes beşdarî hevdîtinan nebû.

Rayedarên Tirkiyeyê jî bal kişandin ku ji Komîsyon û Delegasyona YEyê ya li Enqereyê di asta siyasî û protokolan da beşdariya karmendan çênebû û destnîşan kir ku aliyê YEyê ev kêmasî îtiraf kir.

Aliyê YEyê diyar kiribû ku li mekanê ziyareteke demkurt çêbû, lê digel daxwaza wan bi hinceta ku pir nêzî ofîsa Serokomar Erdogan e, destûr nehat dayîn ku ew têkevin salonên civîn û xwarinê.

Miqamên Tirkiyeyê li ser vê gazinê ji rayedarên heyeta pêşîn a YEyê ra hat gotin ku li gor rêbazên protokolê ew nikarin odeya miqam nîşanî heyeta pêşîn bidin, lê di hevdîtina yek û yek da Michelê Serokê Konseyê wê li aliyê rastê yê Serokomar Erdogan, Seroka Komîsyonê Leyen jî wê li kêleka rastê ya Michel rûnê.

Ji aliyê din va rayedarên YEyê tu daxwaz nekirin ku pêşengên YEyê wê di kîjan formatê da rûnên û qala taybetiyên sendeliyên ku wê li ser rûnên, nekirin.

Wezîfedarê protokolê yê Konseyê diyar kir ku ew ji tertîbata ku aliyê Tirkiyeyê qalê kir ra mitabiq in. Paşê gera li mekanê ziyaretê dewam kir.

Rayedarên YEyê qala tercîha sendeliyan nekirin.

Di agahdarkirina çapemeniyê ya YEyê da wiha hatibû gotin: "Heke odeya ku hevdîtina rûbirû wê lêhat kirin, pêşda bihata dîtin, seba nezaketê me yê ji mazûvanê xwe ra pêşniyaz bikira qenepeyê rakin û seba Seroka Komîsyona YEyê du qoltixên tekane daynin."

Miqamên Tirkiyeyê jî gotin ku seba daxwazeke wiha hewce nedikir ku odeya miqam were dîtin û ji bo daxwazkirina du sendeliyan wê tu astengî nehata derxistin.

Di pergala odeya xwarinê da di navbera peywirdarên YEyê da nîqaş derket

Di nîşeya ku YEyê da mensûbên çapemeniyê da hatibû îdiakirin, çend deqîqe berî ku serok derbasî odeya xwarinê bibin, destûr dan peywirdarên protokolê yên YEyê ku biçin odeya xwarinê û ji bo VIPiyan saldalyeyên ji bo 3 mirovan hebûn.

Meqamên Tirk jî bal kişandin ku aliyê YEyê di vê mijarê da xelet hatine agahdarkirin.

Li gorî vê, peywirdarên heyeta mêvan hevdîtina rûbirû çawa dest pê kir, bo salona xwarinê hatin vexwendin û der heqê pergala li vê derê da agahî dan wan. Hevdîtina rûbirû bi qasî 1,5 saet ajot û lewma jî têra xwe dem hebû ku Peywirdarê Protokola Konseya YEyê Kirsi Punkkinen û Peywirdarê Bernameyê yê Komîsyona YEyê Fernando Guimaraes rê li xeletiyeke muhtemel bigirin ku her du jî di agadarkirina navborî da hebûn.

Di salona xwarinê da peywirdarê YEyê Guimaraes diyar kir ku pergala rûniştinê xelet e, li ser vê ew yek hat pêşniyazkirin ku aliyê YEyê li ser maseyê bi awayê cot navendî rûnê.

Guimaraes diyar kir ku ew ê ji ber vê yekê kêfxwe bibe, lê Punkkinen li dijî vê derket. Punkkinen diyar kir ku nabe ew vê pergala rûniştinê qebûl bike û her wiha diyar kir ku Serokê Konseyê Michel dê li hemberî Serokomar Erdogan rûnê, Seroka Komîsyonê von der Leyenê jî li aliyê rastê yê Michel rûnê.

Li ser vê yekê di navbera her du peywirdarên YEyê da nîqaşeke kurt derket.

Aliyê Tirk ji wan ra got ku ji bo ku bêrazîbûna li meqamê li vê derê jî dubare nebe, ew dikarin tedbîrên pêwîst werbigirin.

Peywirdarê protokola YEyê ji aliyê Tirk lêborîn xwest

Peywirdarê Protokola Konseya YEyê Punkkinen lêborîn xwest û diyar kir ku pirsgirêk ji ber nakokiya wan bi xwe ye, tu eleqeyeke aliyê Tirk pê tuneye.

Peywirdarên Tirk bi van gotinan diyar kirin ku wan daxwaza aliyê YEyê bi cih anî:

"Peywirdarên protokola Tirk ji aliyên din ra pêşniyaz kirin ku ew dikarin sandalyeyeke mîna ya Serokomar Erdogan û Serokê Konseyê Michel ji von der Leyenê ra jî daynin. Lêbelê ji ber îtiraza protokola Konseyê ev yek pêk nehat."

Nakokiya peywirdarên protokola YEyê êvara beriya wê dest pê kir

Li gorî agahiya ku meqamên Tirk dan, elametên nakokiya di navbera Konsey û Komîsyonê da êvara berî ziyareta Kuliyeya Serokomariyê xwe dan der.

Berî çûyîna Kuliyeyê, Peywirdarê Protokola Konseyê Punkkinen di wê daxwaza xwe da pêkutî kir ku digel Balyozê YEyê li Tirkiyeyê, ji wan 2 kes bira beşdarî xwarina di formata 2+3 bibin û ji Komîsyonê jî tu kes beşdar nebe.

Li ser vê yekê Balyoz Nikolaus Meyer Landrut dereng be jî xwe têkilî mijarê kir.

Balyoz Landrut xwest ku ji peywirdarên Konseyê yekî bi peywirdarekî Komîsyonê biguherin. Peywirdarê Protokola Konseyê Punkkinen jî daxwaza balyoz red kir.

Li ser vê Wezîfedarê Taybet ê Komîsyonê Guîmaraes got heke beşdarî wiha bibe Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyen wê ji otelê dernekeve.

- Rayedarên Tirk di xwarinê da temsiliyeta Komîsyonê pêk anîn

Di salona xwarinê da Guîmaraes got Komîsyon di xwarinê da nehatiye temsîlkirin, ji bo ku temsîliyeta Komîsyonê bike divê ew jî beşdarî vê xrainê bibe û ji ver vê pirsgirêkê dewam kir.

Li ser vê protokola Tirkan got lîsteya kesên wê beşdarî xwarinê bibin ji hêla Balyozxaneya YEyê va berê hatiye diyarkirin, ew nikarin di lîsteyê da guherînê bikin û mixatab ne ew in, Balyozxaneya YEyê ye.

Ji Guîmaraes ra hat gotin heke kesek beşdar nebe ew dikare beşdarî vê xwarinê bibe. Vê carê Wezîfedarê Protokola Konseyê Punkkînen îtiraz kir û got lîste nikare bê guherandin.

Lê dîsa jî rayedarên Tirk destûr dan Guîmaraes beşdarî xwarinê bibe, bi vî awayî Komîsyona YEyê di vê xwarinê da hat temsîlkirin û pirsgirêk hat çareserkirin.

Wezîfedarên YEyê yên ku pirsgirêk derxistin ji ber vê çareseriyê çend caran spasiya rayedarên Tirk kirin.

Punkkînen û Guîmaraes jî kêfxweşiya xwe anîn ziman, dema xwarin xelas bû û ew li asansorê sîwar bûn jî çend caran gotin ziyaret baş derbas bû û ji ber alîkarî û çareserkirina pirsgirêkê spas dikin.

- Serok Mîchel dema benda Von der Leyenê nesekinî Erdogan midaxale kir

Di nota çapemeniyê ya YEyê da hatibû îdakirin ku Serokê Konseyê Mîchel ji bo wênekişandina bi Erdogan ra Von der Leyenê pêşniyaz kiriye.

Rayedarên Tirk jî bi bîr xistin ku herdu serok bi du wesayîtên ku ji bo wan hatine amadekirin va hatin Kuliyeyê û wiha behsa hurgiliyan kirin: "Di pêşwazîkirina Kuliyeyê da ewil Serokê Konseyê Mîchel ji wesayîtê peya bû. Paşê bi gavên lez bêyî ku benda Seroka Komîsyonê bibe hat li cem Serokomarê me. Mîchel bi Serokomarê me ra wêne kişand, lê Birêz Serokomarê me jê ra got divê ew benda Serok Von der Leyenê bisekinin. Li ser vê Mîchel jî got 'wê çaxê em bendê bisekinin".

- Di wênekişandinê da Erdogan guh da mêvanan

Beriya hevdîtina rûbirû Erdogan ji bo kişandina wêneyan ji mêvanan pirsî ku ew dixwazin çawa bê kişandin.

Di dawiyê da biryar hat dayîn ku wêneyên her sêyan bê kişandin.

Lê buroya çapemeniyê ya Konseya YEyê dema li ser Twîtterê ev wêne parve kir, Serok Von der Leyen jê derxist û wêne wisa parve kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.