Polîtîka

Çavuşoglu: Di civîna NATOyê da me piştgiriya Swêd û Fînlandiyayê ya bo rêxistina terorê anî ziman

Zuhal Demirci  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Çavuşoglu: Di civîna NATOyê da me piştgiriya Swêd û Fînlandiyayê ya bo rêxistina terorê anî ziman

İngiltere

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku wan di civîna NATOyê da ji welatên endam ra behsa piştgiriya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo rêxistina terorê kir.

Çavuşoglu piştî Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derva yên NATOyê ji bo çapemeniya Tirk axivî.

Çavuşoglu diyar kir, Tirkiye ji berê da piştgiriyê dide polîtîkaya NATOyê ya deriyê vekirî û bal kişand ku li hemberî tehdîdên xwe didin der, hevkariya mitefiqan pir girîng e.

Çavuşoglu da bibîrxistin ku der heqê endametiya muhtemel a Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê da helwesta Tirkiyeyê ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan bo rayagiştî hat eşkerekirin.

Çavuşoglu wiha dewam kir:

"Di civîna NATOyê da me piştgiriya Swêd û Fînlandiyayê ya bo rêxistina terorê anî ziman. Nexasim me mijara alîkariya çekan a Swêdê kir bi eşkereyî îfade kir. Helbet me ev, bi wêne û belgeyên bi xwe ra îfade kirin."

Çavuşoglu bal kişand ku sînordarkirina îzna îxracata nexasim di warê pîşesaziya parastinê da ya Swêd û Fînlandiyayê ya dijî Tirkiyeyê hê jî didome û wiha got, "Sînordarkirina di mijara îzna îxracatê da ya welatên dê bibin endamê NATOyê nayê qebûlkirin ku li dijî mitefiqekî NATOyê bisepîne."

Her wisa Çavuşoglu diyar kir, pêşniyaz hat kirin xebat bê kirin ku fikarên Tirkiyeyê ji holê bên rakirin.

Wezîr Çavuşoglu ji bo daxuyaniya Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindeyê ya duh jî wiha xeberda:

"Daxuyaniyên Wezîra Karên Derva ya Swêdê yên heta niha mixabin ne erênî ne, bereks wê, daxuyaniyên xwe yên ku mijarê provoke dike didomîne. Lê daxuyaniyên Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê (Pekka Haavisto) bi baldarî ne, baweriya xwe ya ji bo çareseriyê tîne ziman. Lê tiştekî net nabêje ku dê ka bibe an na."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.