Polîtîka

"Bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan

27.02.2020 - Rojanekırın : 28.02.2020
"Bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan"

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan.

Soylu li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê da bersivand.

Suleyman Soylu der barê belavkirina alîkariyên erdhejê yên li Elezîz û Meletiyê da wiha got: "Me nehişt ku saziyên sivîl û şaredarî di erdhejê da alîkariyan bi tena serê xwe belav bikin. Ev ne ya me biryara Plana Midaxeleya Afatê ya Tirkiyeyê bû."

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir piştî erdhejê heta niha li Elezîz û Meletiyê li ser qederê 150 hezar kesî rehabilîtasyona civakî hat sepandin.

Soylu destnîşan kir him li Meletiyê û him jî li Elezîzê demildest tesbîtên xisar û ziyanê hatin kirin û got ku li tu welatî mînakeke wiha tuneye û wiha peyivî: "Me bi mixtaran ra koma WhatsAppê vekir. Hê jî koma WhatsAppê heye. Him bi mixtaran ra û him jî bi rêxistinên civakî yên sivîl ra me alîkarî bir û him jî xêrxwazan alîkarî da. Me alîkarî ji milekî va belav nekir. Di kordînasyona me da ji 4-5 hêlan da ev alîkarî hat belavkirin."

Suleyman Soylu diyar kir li Elezîz û Meletiyê û navçeyên wan heta dawiya Nîsana were bi perspektîfa giştî wê heyat asayî bibe.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir piştî erdhejên Elezîz û Meletiyê heta niha 460 milyon lire xerc kirine û wiha axivî: "Me pereyên avahiyên welatiyên xwe yên xera bûne, avahiyên divê bên xerakirin û avahiyên ku hatine tesbîtkirin xisareke mezin dîtine bêyî ku li qanûnê mêze bikin dest pê kir û didin."

Soylu diyar kir ji ber îhtimala erdhejeke mezin ya li Stenbolê plana mezin ya Stenbolê amade dikin.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu der barê şewata li Îmraliyê da got ku şewat ji girtîgeha Îmraliyê li dereke dûr e, tu talûke tuneye.

Soylu destnîşan kir Tirkiye taybetî piştî bûyerên çalan dest pê kir ku terorê li çavkaniyê biqedîne û got ku ji xeynî terorê em dijî terorîzma çandî jî têkoşînê didin.

Suleyman Soylu diyar kir PKK rêxistineke jinan e û li ser wê hatiye avakirin û got u di hemû çalakiyên PKKyê da beşdariya jinan ji sedî 56 e.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir bi xebatên îqnakirinê îsal 48 terorîst ji rêxistinê qetiyan û wiha axivî: "Hemû saziyên me têkoşîna dijî terorîstên PKKyî bi biryardariyeke mezin didomînin, lê wê wêrekiya dayikan têkoşîna dijî terorîzmê biqedîne. Bi îqnakirina me 273 kes ji rêxistina terorê qetiyan û di vê rewşê da rêxistina terorê tenê 130 kes îqna kiriye û biriye. Ev qabiliyeta me nîşan dide ku em çawa dikevin nav rêxistina terorê û qabiliyeta me ya îqnakirinê ji ya rêxistina terorê zêdetir e. Ev nîşan dide ku em di îstiqameteke rast da ne."

Soylu der barê şervanên terorîst yên biyanî da got ku me ji 102 nijadî 7 hezar û 918 kes dersînor kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir Rojhilat û Başûrê Rojhilat di 10-15 salên pêş da dibe navenda hilberîna tekstîlê.

Soylu destnîşan kir kî çi dibêje bira bibêje bûyerên Geziyê bêbextiyeke mezin e û got ku nifşên di pey me ra werin wê hesabê vê bipirsin.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand ku meriv nikare bûyerên Geziyê ji serê ser da wek bûyerên mesûm binirxîne.

Soylu got ku 21 hezar wesaît çakar diemilandin, niha hezar û 440 wesaît çakar diemilînin.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li ser pirsa der barê Ahmet Davutoglu da wiha axivî: "Birêz Davutoglu serokwezîrê berê yê Komara Tirkiyeyê ye û ji mecbûrî divê bê parastin. Îro 63 parêzvanên Birêz Davutoglu hene."

Soylu der barê notirvanan da diyar kir notirvan alîkarên polêsan in û wiha axivî: "Wekî polêsan rayeyayên wan yên 'lêgerîna pêşîlêgirtinê, operasyon, komkirina îstixbaratê, lêgerîna edlî, lêgerîna ciyê bûyerê û agahî hildan' tuneye."

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu got ku welatî ji notirvanan aciz nabin komên îdeolojîk aciz dibin.

Soylu diyar kir bi saya notirvanan rêjeya diziyê ya rojane ji 282yan daket 147an.

Suleyman Soylu diyar kir li Tirkiyeyê bi qasî saziya wan ku ceza dide kesên şaşiyê dikin saziyeke din tuneye û wiha got: "Salê em 500 polês û 200 cendirmeyên şaşiyê dikinji wezîfeyê hildidin. Qaymeqam şaşiyê bike em ji wezîfeyê hildidin."

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir îro wê têkiliya Vahît Biçakê parêzerê bersûcê kuştina Ceren Damar Şenelê ji Akademiya Polêsan bê birîn.

Soylu der barê kuştina jinan da got ku îsal jimara kesên tên kuştin ji sedî 28 kêm bûye.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji bona bûyerên zexta li ser jinan da got ku em ji dadgerên xwe rica dikin ku bira kelemçeyên elektronîk bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.