Polîtîka

"Bi heyeta sibê ji Rûsyayê tê ra em ê rewşa li Îdlibê gotûbêj bikin"

Nihat Kavşut  | 07.02.2020 - Rojanekırın : 07.02.2020
"Bi heyeta sibê ji Rûsyayê tê ra em ê rewşa li Îdlibê gotûbêj bikin"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku bi heyeta sibê ji Rûsyayê tê ra em ê rewşa li Îdlibê gotûbêj bikin.

Çavuşoglu piştî civîna bi Wezîrê Karên Derva û Ewropayê yê Slovakyayê Miroslav Lajcak ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa der barê rewşa li Seraqiba navçeya Îdlibê da diyar kir metirsiya li Îdlibê didome û got ku bi heyeta sibê ji Rûsyayê tê ra em ê rewşa li Îdlibê gotûbêj bikin.

Mevlut Çavuşoglu der heqê rewşa însanî ya li Îdlibê da got ku ji bona rê li ber drama însanî û felaketê bê girtin çi hewce dike em ê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.