Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Çelîk: "Ji niha pê va jî em ê hemû senaryoyên krîzê berhewa bikin"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Hikûmeta me bi dîrayeta Serokomarê me va li ser piyan e. Em ê hemû senaryoyên krîzê berhewa bikin û ber bi hedefên xwe va bimeşin"

Abdullah Tel  | 07.08.2020 - Rojanekırın : 08.08.2020
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: "Ji niha pê va jî em ê hemû senaryoyên krîzê berhewa bikin"

Ankara

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik diyar kir ku hikûmet li ser karê xwe ye û wiha pê da çû: "Hikûmeta me bi dîrayeta Serokomarê me va li ser piyan e. Em ê hemû senaryoyên krîzê berhewa bikin û ber bi hedefên xwe va bimeşin."

Çelîk ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî weşand û di peyama xwe da diyar kir ku Tirkiye pêşveçûna xwe didomîne û ji bo hedefên di qada karên derva, aborî, têkoşîna dijî terorê û mijarên din da bibe serî hewl dide û wê xebatên xwe jî bidomîne.

Berdevkê AK Partiyê Çelîk ragihand ku ew siyaseta ji bo gel didomînin lê kesên li dij derdikevin "siyaseta lejyoneriyê" dikin rewacê û wiha pê da çû: "Kesên karên wan ji parseka senaryoyên krîzê pêk tên radibin Serokomar û wezîran dixin hedefê propagandayên nebaş dikin, ev di hikmê tunebûnê da ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.