Polîtîka

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz wefat kir

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Mehmet Yavuz li nexweşxaneyê wefat kir

09.08.2019 - Rojanekırın : 10.08.2019
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz wefat kir

Diyarbakir

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz li nexweşxaneyê wefat kir.

Mehmet Yavuzê pençeşêra gurçikan lê derket û 6 meh berê rakirin Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê û kemoterapî didît bi şev di saet 01.00an da wefat kir.

Endamên partiyê, malbat, heval û hogir û xizmên Yavuz cinazeyê wî ji morga Zanîngeha Dicleyê derxistin û birin Qehteya navçeya Adiyemanê.

Cinazeyê Yavuz li Mizgefta Celaleddîn ya li nav Qehteyê piştî nimêja înê wê li Goristina Oduncularê ya Qehteyê bê definkirin.

Mehmet Yavuzê berê Wekîltiya Serokê Giştî yê HUDA PARê kiribû zewicî bû û 4 zarokên wî hebûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.