Polîtîka

"Em ê 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin"

Serokomar Erdogan: "Em ê 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."

Önder Beyter  | 15.07.2018 - Rojanekırın : 15.07.2018
 "Em ê 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Erdogan: "Em ê 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."

Serokomar Erdogan: "Me wek welat û milet ev têkoşîn timî bi baweriya xwe û doza xwe meşand. Kesên dixwazin raza qehremaniya ku miletê me di şeva 15ê Tîrmehê da nîşan da keşif bikin, bira li vê têkoşîna mezin a ku bi esran e dewam dike, binêhêrin."

 Erdogan: "Miletê me sedan sal e destkeftiyên xwe yên ku li qadê bi xwîna xwe, bi canê xwe û bi zend û bendê xwe bi dest dixe, li ser maseyê bi lîstikên peyvan, bi dafikên dîplomasiyê, bi xefletê û heta bi îxanetê ji destê xwe dike ku miletê me ji ber vê yekê tengezar e. Lêbelê em ê ji destê xwe nekin. Yên ku dixwazin wisa nîşan bidin ku 15ê Tîrmehê ne girîng e, kibr, kîn û nefreta ku li hemberî welat û miletê me di dilê xwe da xwedî kirine, tînin ziman."

Erdogan: "Em biryardar in ku li ser maseyê destkeftiyên xwe yên ku me di bergîdana xwîna şehîdên me, fedakariya xaziyên me û têkoşîna milyonên ku ji bo vê rêyê ruhê xwe dane ber çavê xwe da bi dest xistine, nexin talûkeyê."

 Erdogan: "Yên ku li dû FETOyê diçin naqedin. Em ê hemû hucreyên ku ew dikevinê kewş bikin û em ê wan jê derxin û bavêjin. Sekin tuneye. Hedefa çeteya îxanetê FETOyê mîna PKK, DEAŞ û rêxistinên terorê yên din bi tenê yekîtî û paşeroja welatê me ye."

Serokomar Erdogan: "Pêşî li ber mekanîzmayên biryardayîn û sepandinê digirtin da ku li gor dilê xwe rê bidin ber Tirkiyeyê. Me bi pergala xwe ya rêvebiriyê ya nû va kozeke wan a din jî ji destê wan stend. Îsal di operasyonên di nava sînorên me û yên li Bakurê Iraqê da hejmara terorîstên ku me berteref kirin nêzîkî 1400î bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın