Polîtîka

Serokomar Erdogan wê wergera pirtûka xwe ya "Dinyayeke Biedaletir Mimkun e" teqdîmî lîderên dinyayê bike

Ferdi Türkten   | 17.09.2021
Serokomar Erdogan wê wergera pirtûka xwe ya "Dinyayeke Biedaletir Mimkun e" teqdîmî lîderên dinyayê bike

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wergera Îngilîzî, Fransî û Erebî ya pirtûka xwe ya "Dinyayeke Biedaletir Mimkun e" wê teqdîmî lîderên dinyayê yên ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da bên bal hev, bike.

Serokomar Erdogan ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya NYê û hin bernameyan bibe wê di 19ê Îlonê da biçe New Yorka bajarê Amerîkayê.

Serokomar Erdogan di pirtûka xwe da bi hûrgilî qala lêgerîna edaletê ya ku Tirkiye dixwaze seba hemû mirovahiyê pêk were, dike û ew pirtûk bi navê "A Fairer World Is Possible"yê va Îngilîzî hat weşandin û wergerên wê yên Fransî û Erebî jî amade ne. Serokomar Erdogan di Lijneya Giştî ya NYê da wê bide lîderên welatên ku bi wan ra bê cem hev.

Bêedaletî, krîza penaberan, terorîzma navneteweyî û dijayetiya Îslamê di serî da Serokomar Erdogan di pirtûkê da li ser pirsgirêkên siyaseta kurewî disekine, qala cudakarî û alîgiriyê dike û mînaka Neteweyên Yekbûyî dide.

Serokomar Erdogan balê dikişîne ser pirsgirêkên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên wekî meşrûiyet, kêrhatin, çalakî, hemûgirî, temsîl û rêvebirina bi hev ra jî û bi taybetî destnîşan dike di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da reformeke berfireh divê.

Pirtûk ji aliyê Turkuvaz Kitabê va hatiye weşandin û wergera wê ya bi zimanên dinyayê yên wekî Îngilizî, Erebî, Fransî jî di nav da bi Rûsî û Îspanyolî jî tê amadekirin. Hemû dahata ku wê ji pirtûkê were jî wê bidin AFADê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın