Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Muxtiraya Sêyanî ya Swêd, Tirkiye, Fînlandiya serkeftineke dîplomasiyê ye"

Serokomar Erdogan: "(Muxtiraya Sêyanî ya Swêd, Tirkiye, Fînlandiya) Ev muxtire bi dû pêvajoyeke dijwar a Tirkiyeyê û gelê me serkeftineke dîplomasiyê ye."

Ömer Tuğrul Çam   | 30.06.2022
Serokomar Erdogan: "Muxtiraya Sêyanî ya Swêd, Tirkiye, Fînlandiya serkeftineke dîplomasiyê ye"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Muxtiraya Sêyanî ya Swêd, Tirkiye, Fînlandiyayê got, "Ev muxtire bi dû pêvajoyeke dijwar a Tirkiyeyê û gelê me serkeftineke dîplomasiyê ye."

Serokomar Erdogan li Madrîdê piştî Civîna Serokan a NATOyê li Navenda Kongreyê ya IFEMA civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan anî ziman ku piştevaniya NATOyê ji bo Ukraynayê tam e û got, "Lêbelê divê em vê bi vîzyona aşitiyê derxin pêş, ji bo sekinandina trajêdiyaya mirovî em hewl bidin. Divê NATO biryardariya xwe ya li dijî hemî cure terorîzm û tezahurên wê derxe pêş. Lazim e ev biryardarî hema tenê li ser kaxizê nemîne."

- "Êdî tehemula me ji xapandinan ra nemaye"

Erdogan destnîşan kir ku nêzî 40 salî ye ku Tirkiye dijî terora cudakar têkoşînê dide û got, "Me bi hezaran ewladên xwe kirine qurbana terorê. Wekî welatekî wiha tehemula me ji xapandinan ra nemaye."

- "Muxtiraya Sêyanî ya Swêd, Tirkiye, Fînlandiya serkeftinek e dîplomasiyê ye"

Serokomar Erdogan bal kişand ser Muxtiraya Sêyanî ya ku di navbera Swêd, Tirkiye û Fînlandiyayê de hat îmzakirin û got, "Tiştê ku di rêya serîlêdanên Swêd û Fînlandiyayê ji bo endamtiya NATOyê de çêbûn, xeta sor a Tirkiyeyê ya di warê terorê de derxist holê. Ev muxtire bi dû pêvajoyeke dijwar a Tirkiyeyê û gelê me serkeftinek e dîplomasiyê ye. Heta em vê, ji parlementoya xwe re derbas nekin, ji xwe wê ev kar nemeşe. Pêdivê Swêd û Fînlandiya wezîfeyên xwe bicih bînin. Pêşî divê PKK, YPG, PYD, FETO ev bên jêbirin û nehiştin. Pêdivê sererastkirinên qanûnî yên di vî warî de demildest temam bikin. Soza ku Swêdê da ev e, wê 73 terorîstan îadeyî Tirkiyeyê bike."

Kirîna F16an ji DYAyê

Serokomar Erdogan bal kişand ser kirîna F16an ji DYAyê û got, "Dê hewlên Cenabê Biden yên di vê mijarê de piştevaniyeke berbiçav bibînin. Bê derengmayin ezê demildest heyetekê bişînim DYAyê. Cenabê Biden ji xwe ve piştrast e. Hêviya min ew e, em encameke nêzîkî dostanî û piştevaniya xwe derxînin."

- "Yûnanistana ku 147 caran qada me ya asîmanî îhlal kiriye pêdivê hesabê vê bide"

Serokomar Erdogan: "Heta Yûnanistan girjiyê dernexe ji xwe em ne alîgirê girjiyê ne, lêbelê Yûnanistana ku 147 caran qada me ya asîmanî îhlal kiriye pêdivê hesabê vê bide."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın