Polîtîka

Serokomar Erdogan: Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin

Ferdi Türkten   | 17.01.2022
Serokomar Erdogan: Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, wan îro li Albanyayê bi tevahî 522 malên ku bihayê wan nêzî 42 milyon ewroyî girt, teslîm kirin û wiha dewam kir, "Piştî erdhejê welatê ku herî pêşîn seba alîkariyê hewara herêmê hat Tirkiye bû û ev jî îsbata herî baş a tevkariya xurt a navbera me ye."

Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Laça bajarê Albanyayê avahiyên erdhejê çêkirin û Serokomar Erdogan di merasima teslîmkirinê ya avahiyan da axivî.

Erdogan daxuyand ku 13 meh berê xîmê avahiyan hat avêtin û ew jî bi girêdana zindî va beşdarî merasimê bû û wiha dewam kir: "Em îro jî bi tevahî 522 malên ku bihayê wan nêzî 42 milyon ewroyî girt, teslîm dikin. Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin. Piştî erdhejê welatê ku herî pêşîn seba alîkariyê hewara herêmê hat Tirkiye bû û ev jî îsbata herî baş a tevkariya xurt a navbera me ye."

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalan Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demîr û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî merasimê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın