Polîtîka

Çavuşoglu bi hevtayên xwe yên Îranê û MYEyê ra li ser têlefonê axivî

Nazlı Yüzbaşıoğlu   | 21.10.2021
Çavuşoglu bi hevtayên xwe yên Îranê û MYEyê ra li ser têlefonê axivî

Ankara

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bi Huseyn Emir Evdilahiyanê Wezîrê Karên Derva yê Îranê û Evdilah bîn Zayîd Al Nahyanê Wezîrê Karên Derva yê Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb (MYE) ra li ser têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku Çavuşoglu bi Evdilahiyanê hevtayê xwe yê Îranê ra acivî û ji xêncî têkiliyên dualî li ser mijarên Efxanistan û Sûriyeyê û mijarên herêmî fikr û ramanên xwe parve kirin.

Wekî mayîn di axaftinê da mizakereyên li ser nukleerê jî hatin nirxandin.

Çavuşoglu di axaftina bi Nahyanê hevtayê xwe yê MYEyê ra jî li ser têkiliyên herdu welatan axivî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.