Polîtîka

YE: Rûsya û Tirkiye nika di mijara Libyayê da roleke mezin dilîzin

Josep Borrellê Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Têkiliyên Derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku Rûsya û Tirkiye nika di mijara Libyayê da roleke mezin dilîzin.

Haydar Şahin   | 15.01.2020
YE: Rûsya û Tirkiye nika di mijara Libyayê da roleke mezin dilîzin

Ile-de-France

 Josep Borrellê Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Têkiliyên Derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku Rûsya û Tirkiye nika di mijara Libyayê da roleke mezin dilîzin.

Borell di rûniştina Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropyê ya li Strazburgê da li ser krîza li Libyayê axivî.

Borell diyar kir ku Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li Libyayê peyman îmze nekir û ji Moskovayê vegeriya û got, "Ez dikarim garantiyê bidim ku li Libyayê agirbestê were pêkanîn."

Borell destnîşan kir ku di mijara Libyayê da ew ê piştgiriyê bidin Pêvajoya Berlînê.

Borell got ku çareseriya krîza Libyayê eskerî nîne û wiha pê da çû: "Îro Ewropayî li gor 6 meh berê zêde çalak in lêbelê nika Rûsya û Tirkiye di mijara Libyayê da roleke mezin dilîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın