Büşranur Keskinkılıç
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin hildan Fîdan ji bo peywira wî ya ku nû hat hilbijartin ji bo Hayye serkeftinê xwest.
Hayye der barê rewşa li Xeze û Şerîaya Rojava da agahî dan, bal kişand ku hikûmeta Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê fealiyetên niştecihên dereqanûnî û êrîşên dijî mekanên pîroz ên li Qudsê zêde kirin.
Hayye da zanîn ku Hemas helwesta xwe ya erênî ya di mizakereyên aştiyê da didomîne û der barê pêvajoya lihevkirina di navbera Filîstiniyan da agahî dan.
Wezîr Fîdan jî dubare kir ku Tirkiye li her qadê û her platformê bi awayekî xurt piştgiriyê dide doza mafdar a Filistîniyan.
Fîdan da zanîn ku Tirkiye sûcên ku hikûmeta Netanyahu li Xezeyê û Şerîaya Rojava dike û êrîşên dijî mekanên pîroz tîne rojeva civaka navneteweyî û ji bo ku bêtir alîkarîiya însanî bigihêjin Xezeyê dê ji niha pê va jî her cure hewlê bide.
Wezîr Fîdan diyar kir ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya bo pêvajoya aştiyê ya Xezeyê bidomîne û di vê pêvajoyê da rola ku Hemas dilîze teqdîr dike.
Di hevdîtinê da mijarên din ên herêmî jî hatin guftûgokirin.