Tuğba Altun
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da got ku em naxwazin şer derbasî Behra Reş bibe.
Fîdan li Kîevê ligel Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Andriî Sybîha civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Hakan Fîdan der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da got ku em naxwazin şer derbasî Behra Reş bibe û wiha dewam kir, "Êrîşên dijî bender, tanker û keştiyên masîgiriyê û talûkeya li ser jiyana sivîlan nayê qebûlkirin."
Wezîrê Karên Derva Fîdan ji bo danûsitandinên li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got, "Ez bawer dikim ku danûsitandinên ku Tirkiye li ser bingeha hevdîtinên Stenbolê dimeşîne bidomin wê feydeyeke mezin çêbe."
Fîdan der barê garantiyên ewlehiyê yên li Behra Reş da jî got, "Tirkiye razî bû ku pêşengiya hewldanên deryayî bike, di vê mijarê da fikra hevalbendên me yek e."
- Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sybîha: "Ukrayna ji bo agirbestê amade ye"
Sybîha der barê danûsitandinên li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got, "Em dixwazin ku danûsitandin, bi taybetî jî hevdîtinên muhtemel yên di navbera birêz Zelenskiy û Putîn da li Tirkiyeyê pêk werin. Ez bawer dikim ku tenê civîneke serokan dikare lezeke nû bide pêvajoya aştiyê."
Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sybîha diyar kir ku Ukrayna ji bo agirbestê amade ye.