Zafer Fatih Beyaz
06 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2026
Di çarçoweya civîna ku wê di 7-8ê Tîrmehê da li Enqereyê were lidarxistin da Serokomar Erdogan wê li Kulliyeya Serokomariyê bi serokên 32 dewlet û hikûmetan ra hevdîtinê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb, Serokomarê Slovakyayê Peter Pellegrini, Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, Serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama, Serokwezîrê Bulxaristanê Rumen Radev, Serowezîrê Karadagê Milojko Spajic, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa jî di nav da Erdogan wê bi serokan ra hevdîtinê bike.
Tê payîn ku Erdogan wê di 7ê Tîrmehê da bi Serokê Amerîkayê Trump ra yek bi yek hevdîtinê bike û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixe.
Serokomar Erdogan û Emîne Erdogana jina wî wê êvara 7ê Tîrmehê li Kulliyeya Serokomariyê xwarinê bide serokên dewlet û hikûmetan û jinên wan.
Erdogan wê 8ê Tîrmehê li qadê pêşwaziya serokan bike û wêneya malbatê bide kişandin. Piştî axaftina vekirinê ya Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Serokomar Erdogan û serok wê di civînê da biaxive.
Piştî civînê Serokomar Erdogan, Serokê Amerîkayê Trump û hin serok wê li Salona Pêşangehê ya Milet a Beştepeyê cuda cuda civîna çapemeniyê li dar bixin.