Polîtîka

Serokomar Erdogan wê bi parlamenterên AK Partiyê ra bicive

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan wê li Navenda Giştî ya AK Partiyê beşdarî komcivîn ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û parlamenterên partiyê jî beşdar dibin, bibe

İbrahim Atmaca   | 12.06.2019
Serokomar Erdogan wê bi parlamenterên AK Partiyê ra bicive

TBMM

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan wê li Navenda Giştî ya AK Partiyê beşdarî komcivîn ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û parlamenterên partiyê jî beşdar dibin, bibe.

Li gor agahiya ku hat hildan, Serokomar Erdogan wê li Navenda Giştî ya AK Partiyê êvarê di saet 21.00î da bi parlamenterên partiya xwe ra di komcivîna bêyî çapemeniyê da bicive. Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî wê beşdarî komcivînê bibe.

Tê payîn ku di civînê da li ser Teklîfa Qanûna Eskeriyê ku li Meclisê hevdîtin li ser tê kirin, bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.