Mümin Altaş
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama qebûl kir.
Ramayê ku seba Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn a bi mazûvaniya Tirkiyeyê li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin hat Enqereyê, bi Serokomar Erdogan ra hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran û Serşêwirmendê Polîtîkaya Dereke û Ewlehiyê yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç jî beşdarî civînê bû.