Kaan Bozdoğan
12 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2026
Serokomar Erdogan di peyama ku li ser hesabê xwe yê NSosyalê weşand da der barê mirina Şêx Hamed bîn Xelîfe Al Saniyê ku di 74 saliya xwe da wefat kir wiha got:
"Min bi xemgîniyeke mezin wefafa dostê min ê pir biqîmet Mîrê Bav yê Dewleta Qeterê Şêx Hamed bîn Xelîfe Al Sanî bihîst. Ez di dema serokwezîrtiya xwe da bi wî ra di asta navneteweyî da xebitîm û min keda wî ya dilsoz a ji bo gihandina têkiliyên siyasî, bazirganî, eskerî, mirovî û çandî yên di navbera Tirkiye û Dewleta Qeterê da yên ku gihîştine asta îro dît û ez bûm şahidê hewldanên wî yên ji bo aramiya alema Îslamê, îstiqrar û refaha ji bo gelê Qeterê. Xwedayê Teala rehmetê li Şêx Hamed bîn Xelîfe Al Sanî bike. Li ser navê xwe, malbat û miletê xwe, ez di serî da sersaxiyê didim birayê xwe yê ezîz Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Al Sanî, malbata Mîrê Bav, gelê dost û bira yê Qeterê û alema Îslamê."