Serokomar Erdogan: Heyva Sor di hafizeya birayên me yên li coxrafyaya dilî da xwe neqişandiye
"Heyva Sor li Filistîn, Bosna, Efxanistan, Somalî, Iraq û Sûriyeyê bi xebatên xwe va di hafizeya birayên me yên di coxrafyaya dilê me da xwe neqişandiye"
Mümin Altaş
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Heyva Sor ji 7ê Cotmehê vir va 15 milyon dan xurekê kel gîhand ser sifreya xwişk û birayên me yên Xezeyî, rojane li 30 hezar kesî xurek bela kir."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê beşdarî Merasima Xelatên Heyva Sor bû û axaftinek kir.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku 158emîn salvegera damezirandina Heyva Sor a Tirkî ji bo gel, welat, camieya civaka sivîl û her wiha hemû mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.
Erdogan bal kişand ku Heyva Sor li Filistîn, Bosna, Efxanistan, Somalî, Iraq û Sûriyeyê bi xebatên xwe va di hafizeya birayên wan yên di coxrafyaya dilî da xwe neqişandiye.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Xezeyê ku şebekeya jenosîdê ya Siyonîst a Netanyahu serkêş e êrîşên xwe didomîne, Heyva Sor zêdeyî 26 hezar tonî alîkariya mirovî gihand herêmê û wiha dewam kir:
"Heyva Sor ji 7ê Cotmehê vir va 15 milyon dan xurekê kel gîhand ser sifreya xwişk û birayên me yên Xezeyî, rojane li 30 hezar kesî xurek bela kir. Yên di rêya Hîtler da diçin bira ji bîr nekin ku wiha dewam bikin, aqûbeta wan jî dê bibe fenanî ya zalimên din ên di dîrokê da. Yên ku fenanî segmasiyên bêhna xwînê çûye difnê wan êrîşî erdnîgariya me dikin, dê hesabê xwîna rêtin bidin, ahê mezlûman dê pêsîra zaliman bernede.
Îsraîl bi rêveberiya heyî va bûye fabrîqeyeke hilberîna fitneyê ku madeya wê ya xam bi tenê xwîn û hêstir û her wiha bêîstiqrarî û kaos e. Tirkiye destê alîkariyê dide mezlûman û her wiha çi ji dêst tê dê bike da ku şebekeya qetlîamê li ber hiqûq û dîrokê hesab bide."
Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ku Heyva Sor di erdhejên 6ê Sibatê da di dîroka xwe da operasyona midaxeleya afatê ya herî mezin îcra kiriye.
Serokomar Erdogan der heqê projeya proturkê da jî wiha got, "Bi projeya proturkê va em ê dermanên krîtîk ên ji xwînê tên dahênan, li welatê xwe hilberînin. Em ê Tirkiyeyê têxin nav çîna welatên ji plazmayê dermanê krîtîk hildiberînin. Em ê salewextê qedera 3 milyon tûrikê xwînê li welatê xwe di tesîsa xwe da îmal bikin û em ê maliyeta îdxalata milyarek lîreyî berjêrî sifirê bikin."
Serokomar Erdogan: Heyva Sor di hafizeya birayên me yên li coxrafyaya dilî da xwe neqişandiye