Serokomar Erdogan: "Em ji bo ku herêma me bi pêşketin, refah, aramî û îstiqrarê bê bibîranîn hewl didin"
Serokomar Erdogan got ku "Em ji bo ku herêma me êdî ne bi şer, teror û pevçûnê bi pêşketin, refah, aramî û îstiqrarê bê bibîranîn hewl didin."
Buğrahan Ayhan
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
ANKARA
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Elî ez-Zeydî ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Serokwezîrê Iraqê Zeydî ra di serî da Îran, Sûriye û Filistîn me der barê geşedanên herêmî da guftûgo kirin û got ku "Em amade ne ku ji bo peydakirina berhemên pîşesaziya parastinê yên ku hewcehiya Iraqê pê heye çi dikeve ser milê me bikin. Em ji bo ku herêma me êdî ne bi şer, teror û pevçûnê bi pêşketin, refah, aramî û îstiqrarê bê bibîranîn hewl didin. Cîranê me Iraq yek ji wan welatan e ku atmosfera şer û bêîstiqrariyê bandor lê kiriye. Me aramî û îstiqrara Iraqê ji rewşa welatê xwe cihê nedît, em nabînin."
Serokomar Erdogan der barê Projeya Rêya Pêşketinê da got ku "Em dibînin ku projeya Rêya Pêşketinê ya esas digire ku peywendiya Kendavê ya bi dinyayê ra ji Iraqê çêbe hember geşedanên berdest da hê girîngtir bûye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li sehaya hilberînê ya Kerkûkê bo Neftên Tirkiyeyê hevkarî hat dayîn û got ku "Peymana îro hat îmzekirin ji hêla hevkariya di qada vejenê da bû pêngaveke dîrokî."
Serokomar Erdogan got "Ji bo ku pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror û vîzyona me ya herêma bêteror bi cî bê bi birayên xwe yên Iraqî ra di nav diyalogeke nêz da ne."
Serokwezîrê Iraqê Zeydî diyar kir ku hevkariyeke di nav biratiyê da hêvî dikin û bi taybetî li ser Projeya Rêya Pêşketinê dixebitin û got ku "Ev ziyareta me ji bo protokolê nîne lêbelê nîşaneya xurtkirina peywendiyên me yên xwe dispêre bi sedan sal berê ye."
Serokwezîrê Iraqê Zeydî got ku "Ya rast erdnîgariya tebiî du çem dane me. Em çemê sêyemîn jî dixwazin. Bila êdî ev çem çemê aboriyê be, ev jî Rêya Pêşketinê ye"
Serokomar Erdogan: "Em ji bo ku herêma me bi pêşketin, refah, aramî û îstiqrarê bê bibîranîn hewl didin"