Orhan Onur Gemici
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Aboriya Tirkiyeyê digel pevçûnên li herêma me ripîrast li ser piyan e. Em ji bo ku bandora maliyetên ji ber şer di asta herî kêm da bigirin bi taybetî hewl didin."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî gel kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku erdnîgariya ku Tirkiye li navenda wê cî digire rojên herî bi êş ên salên dawîn dijî û axaftina xwe wiha domand:
"Birêbiriya niha ya Îsraîlê ya muptelayê şer bi takrîk û tertîbên xwe va hê jî herêma me ber bi bêîstiqrariyû va dibe. Îsraîl li herêmê mafên mirovan ên bingehîn tune dihesibîne, hiqûqa navneteweyî binpê dike û gav bi gav axa Filistînê dagir dike. Ne tenê birayên me yên Filistînî, birayên me yên Libnanî bi baweriyên cihê va temamiya herêmê ji vê êrîşkariyê dikşîne.
Wek mînak ji ber pevçûnên li herêma me di erza neftê ya kurewî da yek ji şokên herî mezin ên di dîroka xwe da dijî. Aboriya Tirkiyeyê digel pevçûnên li herêma me ripîrast li ser piyan e. Em ji bo ku bandora maliyetên ji ber şer di asta herî kêm da bigirin bi taybetî hewl didin. Em wek Tirkiye li konjonktura kurewî ya ku her roj qeyraneke nû derdikeve da hemd ji Xwedê re şokên piralî bi serkeftî bi rê va dibin. Em di heman demê da bi biryardarî pêngavên ji bo ku Tirkiyeyê bikin navenda hilberîn, lojîstîk, bazirganiya transît û teknolojiyê diavêjin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ku dema pêvajoya Tirkiyeya Bêteror gihaşt armancê dê dayik serê xwe bi dilrehetî deynin ser balîfê digel wê dê welatê me jî ji fatureya aboriyê ya giran xilas bibe û got ku "Dema ku astengiya terorê ji pêş me rabû aboriya Tirkiyeyê dê di her qadê da dest bi nivîsandina çîrokeke nû bike. (Tirkiyeya Bêteror) Em ê vê pêvajoya ku wek Îtifaqa Cumhur bi rê va dibin bi piştgiriya partiyên mijarên neteweyî datînên pêşiya berjewendiyên xwe ra bigihînin hedefê."
Serokomar Erdogan der barê Tirkên Qibrîsê da jî ev gotin: "Mimkûn nîne ku tu teşebûsên ku wekheviya desthilatdar a Tirkên Qibrîsê, mafên wan û menfeatên meşrê yên li Rojhilatê Behra Spî tune dihesibînin bi ser bikevin. Em hemû pêngavên aliyên dixwazin ku Qibrîsê bikin parçeyeke pêkhateyên eskerî yên nû û hesabên jeopolîtîk diavêjin bi baldarî dişopînin. Tirkiye wekî di seranserê dîrokê da dê birayên xwe yên Tirkên Qibrîsê tenê nehêle berdêla wê çi dibe bila bibe dê tu carî destûrê nede ku êşên berê bên jiyandin. Me di paşerojê da hewcehiya avê ya Tirkên Qibrîsê çawa çareser kiribe di serî da xeta xaza sirûştî ya di bin behrê da dê tetbîqkirina projeyên cuda bidomînin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da qala şewatên daristanan jî kir û wiha axivî:
"Nêzî 28 hezarî qehremanên daristanê, ji 140 hezarî zêdetir dilxwaz, 28 balafirên vemirandina şewatê, 119 firoke, 14 ÎHA, bi nêzî 6 hezarî wesayîtên bejayê va em van rojan 7/24 di nobetê da ne. Ekîbên me ji serê salê va 1011 jê daristan, 1862 dervayî daristanê bi tevahî bi lez midaxeleyî 2 hezar û 873 şewatan kiriye. Niha ji bo ku şewatên li Mugla, Balikesîr, Antalya û Çanakkaleyê bikevin bin kontrolê xebatên me dewam dikin."
Serokomar Erdogan der barê şewatên daristanê yên berdewam dikin da got ku" Bi 21 balafir, 58 firoke, 929 wesayîtên bejayê û 3 hezar û 210 personelên me gelekî dixebitin." û hişyariya "Em wek 86 milyon baldar bin, li cihên vekirî agirê bernedin, cam, kotikpn cixareyê neavjên daristanan û êdî agir bernedin firêzeyan" da.