Polîtîka

Serokomar Erdogan: Diyar e ku bêyî piştgiriya welatê me, Yekîtî nikare hebûna xwe bi awayekî xurt bidomîne

Enes Kaplan   | 09.05.2021
Serokomar Erdogan: Diyar e ku bêyî piştgiriya welatê me, Yekîtî nikare hebûna xwe bi awayekî xurt bidomîne

Ankara

ANKARA (AA) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyand astengiya herî mezin a li ber Yekîtiya Ewropayê ya ku nahêle ew bibe aktorekî kurewî kêmasiya sebrê û vîzyonê ye û wiha got: "Di serî da mekanîzmayên xwe yên biryarê dide ji ber çav ra derbas bike, hewcedariya Yekîtiya Ewropayê bi sazûmaniyeke nû, vîzyoneke nû û gotineke nû heye."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan ji ber 9ê Gulanê Roja Ewropayê peyamek weşand.

Erdogan got ji sala 1999an vir va li Tirkiyeyê jî Roja Ewropayê tê pîrozkirin, Yekîtiya Ewropayê bi polîtîkayên xwe yên hevpar li parzemînê û dervayî sînoran ji bo aştî, îstiqrar û refah çêbibe karên girîng dike.

- "Hewcedariya YEyê bi vîzyoneke nû û gotineke nû heye"

Serokomar Erdogan got Yekîtiya Ewropayê di demên dawîn da bi mijarên wek qeyrana koçberan, dijminatiya Îslamê, dijayetiya biyaniyan, pirgirêkên aboriyê, şewba Kovîd-19ê ra rûbirû dimîne û wiha dewam kir: "Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin hevkarî, piştevanî, nêrîneke wêrek divê çêbibe. Astengiya herî mezin a li ber Yekîtiya Ewropayê ya ku nahêle ew bibe aktorekî kurewî kêmasiya sebrê û vîzyonê ye. Di serî da mekanîzmayên xwe yên biryarê dide ji ber çav ra derbas bike, hewcedariya Yekîtiya Ewropayê bi sazûmaniyeke nû, vîzyoneke nû û gotineke nû heye."

- "Bêyî piştgiriya welatê me, Yekîtî nikare hebûna xwe bi awayekî xurt bidomîne"

Erdogan behsa Konferansa Dahatûya Ewropayê kir û got welatên namzet ji bo konferansê nayên vexwendin û wiha axivî: "Ji hêla dîrok, erdnigarî û beşerî va Tirkiye perçeyekî Ewropayê ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Yekîtiya Ewropayê çi dikeve li ser milê wê amade ye ku bike. Diyar e ku bêyî piştgiriya welatê me, Yekîtî nikare hebûna xwe bi awayekî xurt bidomîne."

- "Tirkiye li hemberî tevgerên durû û astengiyan dîsa jî ji bo endamtiya YEyê dixebite"

Ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya Ewropayê Erdogan got Ewropa di yêya endamtiyê da sozên daye Tirkiyeyê bi cih nayne û wiha pê da çû: "Tirkiye li hemberî tevgerên durû û astengiyan dîsa jî tevgera xwe ya stratejîk û xebatên xwe yên ji bo endamtiya YEyê bibiryar didomîne. Endamtiya Tirkiyeyê ji bilî welatiyên xwe wê li ber herêmê û dinyayê rêya Ewropayê veke. Bi van fikran va ez 9ê Gulanê Roja Ewropayê ya hemû Ewropayiyan û welatiyên xwe pîroz dikim.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın