Özcan Yıldırım
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî gel kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye yek ji wan 11 welatan e ku dikare peyka xwe ya ragihandinê bixwe çêdike û got ku "Ji îstixbaratê bigir heta ragihandinê, ji pîşesaziya parastinê heta nexşeyan di gelek qadan da peyk roleke stratejîk dilîzin. Ji bo Tirkiyeya ku bi distûra 'Heke li fezayê şopa te hebe li dinyayê jî gotina te çêdibe' tevdigere pêşxistina behremendiyan tercîhek nîne, mecbûriyetek e.
- "Di dîroka me ya navdar a bi hezaran salî da tenê edalet û merhamet heye"
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku di 23yê hezîranê da li Kuliyeya Serokomariyê Serokomarê Polonyayê Karol Nawrockî ezimandin û bal kişand ku Polonya Filistînê wekî dewlet nas dike û girîngiyê didin piştgiriya Polonyayê ya ji bo çareseriya du dewletî û axaftina xwe wiha domand:
"Ez di zanîna vê da feydeyê dibînim, em mensûbên neteweyekî wisa ne ku bi dîroka xwe va mezin, wijdana xwe va mezin e. Me bi sedan salan destê alîkariyê dirêjî ketiyan kir, em gihaştin hawara kesên ketin tengasiyê. Me deriyên xwe ji kesên xwe sipartin welatê me ra vekirin.
Em bi qasî misqalek jî guh nadin bêbextiyên der barê welatê me da ya şebekeya cinayetê ya ku di destê wan da piranî jê zarok xwîna 75 hezar Xezeyiyên mesûm heye. Di dîroka me da ne komkujî heye, ne qetlîam heye, ne jî zilm heye, ne jî mêtingerî. Di dîroka me ya navdar a bi hezaran salî da tenê edalet û merhamet heye. Em bêyî li esl, dîn û nasnameya wan binihêrin destê alîkariyê dirêjî hemû mezlûman dikin. Di dîroka me da fazîleta xwedîlêderketina kesên ji zilma Naziyan reviyan heye. Herî baş kesên ji bo ku hovîtiya xwe ya li Xezeyê bincil bikin bêbextî li Tirkiyeyê dikin vê yekê dizanin."
- "Em bi gelê xwe ra heman zimanê diaxivin, bi heman zimanê dil peywendiyê datînin, li heman asoyê dinihêrin"
Erdogan destnîşan kir ku ew kadroyeke wisa ne ku ne li ser qadên pevçûn, rageşî û şer siyasetê dikin, ew li ser nirxên hevpar ên gel siyasetê dikin û got ku "Em bi gelê xwe ra heman zimanê diaxivin, bi heman zimanê dil peywendiyê datînin, li heman asoyê dinihêrin. Dibe ku esl û mezheba me ji hev cuda be lê em welatiyên heman welatê ne, ewladên heman welatê ne. Navê me çi dibe bila bibe paşnava me Komara Tirkiyeyê ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji roja ku berpirsyariya birêvebirina Tirkiyeyê hildan ser xwe vir va tu mirovî ji yê din cihê nedîtin û got ku "Em bi taybetî bi canên xwe yên Elewî ra ji nêz va û ji dil eleqedar bûn."
- "Siyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel tê kirin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku siyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, ji bo yekkirin û lihevanîna gel û zêdekirina gel tê kirin û got ku "Bi danberheviya êşan, ji hev cihêkirina mirovên me di şerê nav partiyê da îstismara ji bo keyslêanîna reqîbê xwe siyaset nayê kirin." û axaftina xwe wiha domand:
"Şaş e ku pevçûna di nav mixalefeta sereke da biguhere mantiqa di şer da gulmist nayên hesibandin.Vê da daxwaza bikaranîna welatiyên me yên Elewî şaşiyeke mezin e. Divê tu kes ji ser hesasiyetên welatiyên em yên Elewî siyasetê neke, hele hele divê teşebûsê îstismarê nekin. Siyaseta nîfaqê tenê zirar daye vî welatî. Siyaseta ciyawazkirinê êşên gelekî mezin daye vê gelê. Em destûrê nadin ku ev bên dubarekirin."
Serokomar Erdogan der barê daneyên TUÎKê da got ku "Di heyameke ku li dinyayê hema bêje bahozeye qeyranê heye da reqamên bêkarî 37 meh e yek xane ye, em qîmetê didin vê."
Serokomar Erdogan bal kişand ku "Wek Tirkiye dê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê didin gelê Venezuelaya welatê dost û bira ya ku wir li pey hev du erdhejên mezin çêbûn."