Orhan Onur Gemici
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ji bo ku kapasîteya saziyî ya Libnanê bê zêdekirin em ê piştgiriyên xwe bidomînin. Em ê alîkariyên xwe yên însanî û teknîk ên ji bo Libnanê bidomînin."
Serokomar Erdogan piştî ku li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokomarê Libnanê Joseph Ewn ra rû bi rû hevdîtin kir di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Ewn ra bi taybetî di çarçoveya dagiriya Îsraîlê ya li başûrê Libnanê dewam dike da geşedanên herêmî guftûgo kirin û got ku "Em piştgiriya xwe ya xurt a ji bo yekîtiya axê û desthilatdariya Libnana dost û bira ya ku peywendiyên me yên xurt pê ra heye, didomînin." û axaftina xwe wiha domand:
"Ji bo ku kapasîteya saziyî ya Libnanê bê zêdekirin em ê piştgiriyên xwe bidomînin. Em ê alîkariyên xwe yên însanî û teknîk ên ji bo Libnanê bidomînin. (UNIFIL) Em dixwazin ku wek Tirkiye di hemû teşebûsên ku piştî paşvekişîna hêzên navneteweyî yên heyî dê ji bo pêkanîna desthilatdariya Libnanê bidin destpêkirin da cî bigirin."
Serokomar Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên berdewam da got ku "Em teşebûsên dîplomatîk ên ji bo ku dawî li van êrîş û dagiriyê bê hatine destpêkirin ji nêz va dişopînin. Ez dixwazim bibêjim ku di çarçoveya ji nû avakirina Başûrê Libnanê yê ku êrîşên Îsraîlê bandoreke mezin lê kiriye da welatê me amade ye ku piştgiriya ji dest tê bide."
Serokomarê Libnanê Joseph Ewn jî diyar kir ku di navbera herdu welatan da têkiliyên kevnar hene û got ku "Îradeya hevkariya ku dê kêrî herdu welatan, îstiqrara herêmê bê heye. (Têkiliyên Tirkiye-Libnanê) Birêz Erdogan bi vîzyon û îradeya xwe ya sadiq va piştgiriyê dide van têkiliyan."