Zehra Tekeci Eser
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Li gor daxuyaniya ji AK Partiyê hat dayîn Tugba Işik Ercana Parlamentera Stenbolê û Seroka Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê û heyeta pê ra di çarçoveya ziyaretên Rojavayê Trakyayê da çûn gundê Şahînê.
Serokomar Erdogan bi telefonê bi bernameya wir ra axivî û bi şêniyên gund ra axivî.
Serokomar Erdogan silav da şêniyên gund û got ku "Ez ji Enqereyê ji birayên xwe yên gundê Şahîn yê li Rojavayê Trakyayê silavên xwe yên ji dil dişînim. Bi taybetî em gelekî kêfxweş bûn ku hûn bi xwîşka min Tugba ra hatin bal hev."
Şêniyên gund gelekî eleqe nîşanî bernameyê dan û silav û spasiya xwe ragihandin Serokomar Erdogan.
Tugba Işik Ercan û heyeta pê ra di çarçoveya ziyaretê da bi nûnerên civsaka Tirk a li Rojavayê Trakyayê û welatiyan ra hevdîtin kirin û guh dan nêrînên wan.