Zafer Fatih Beyaz
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Siwaran li kolana ku li ber Kuliyeya Serokomariyê wesayîta Zeydî pêşwazî kirin û heta deriyê protokolê pê ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber deriyê sereke pêşwaziya Zeydî kir.
Dema ku Erdogan û Zeydî li qada merasimê li cihên xwe sekinîn, bandoyê sirûda neteweyî ya herdu welatan lê da.
Di merasimê da alayên ku 16 dewletên Tirk ên di dîrokê da ava bûne temsîl dikin û eskeran jî cî girtin, 21 pare top hatin avêtin.
Zeydî ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra got "Merheba esker" û silav da wan.
Serokomar Erdogan û Zeydî li ser pêlekanan li ber alayên Tirkiye û Iraqê destê hev girtin ku rojnameger wêneyên wan bikişînin.
Piştî hevdîtina rûbirû û ya bi heyetan ra Erdogan û Zeydî wê beşdarî merasima îmzeyê ya peymanên di navbera herdu welatan da bibin û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Midûrê Qelema Taybet yê Serokomariyê Hasan Dogan, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Anil Bora Înan û Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat jî cî girtin.