Orhan Onur Gemici
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Siwariyan li kolana li ber Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya wesayîta meqamê ya Ewn kirin û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber deriyê daketinê ya Kuliyeyê pêşwaziya Ewn kir. Piştî ku Serokomar Erdogan û Ewn hatin cihê xwe yê li qada merasimê bandoyê sirûdên neteweyî yên herdu welatan lê xist.
Di merasimê da cî dan ala û eskerên ku 16 dewletên Tirk ên di dîrokê da temsîl dikin û 21 pare lib hatin avêtin.
Joseph Ewn ji Qiteya Merasimê ya Lîwaya Mihafizan ra got ku "Merhebe esker" û silav dayê. Herdu serokan heyetên hev teqdîmê hev kirin.
Serokomar Erdogan û Ewn li merdîwenan li ber alayên Tirkiye û Libnanê destê hev şidandin û wêne kişandin.
Erdogan û Ewn paşê derbasî hevdîtina dualî bûn û paşê dê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Serokê Koma Dostaniyê ya Tirkiye-Libnanê ya TBMMyê Mehmet Saît Yaz, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Midûrê Qelema Taybet a Serokomariyê Hasan Dogan, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Balyozê Beyrûtê yê Tirkiyeyê Murat Lutem û Waliyê Enqereyê Yakub Canbolat jî amade bûn.