Muhammed Karabacak
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
ŞAM (AA) - Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara li Qesra Gel a li paytext Şamê Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û heyeta pê ra qebûl kir.
Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Xettab jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Sûriyeyê di hevdîtinê da hevkariya ewlehiyê ya di navbera herdu welatan da û pêngavên ji bo xurtkirina kordînasyona di navbera herdu welatan da hatin guftûgokirin.
Aliyan her wiha miajrên parvekirina tecrubeya di têkoşîna dijî tehdîdiên ewlehiya hevpar da û zêdekirina kordînasyonê nirxandin.
Di hevdîtinê da hat destnîşankirin ku pêşxistina hevkariya di navbera herdu welatan da dê piştgiriyê bide ewlehî û îstiqrara herêmî.
Çîftçî di çarçoveya peywendiyên xwe yên Şamê da bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Xettab û Wezîrê Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê Raîd Salih ra hevdîtin kiribû.