Polîtîka

Serokê MÎTê Kalin li Şamê bi Serokomarê Sûriyeyê Şara ra hevdîtin kir

Mehmet Burak Karacaoğlu, Damla Delialioğlu  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Serokê MÎTê Kalin li Şamê bi Serokomarê Sûriyeyê Şara ra hevdîtin kir

Ankara

Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şama paytextê Sûriyeyê ku ji bo peywendiyên fermî lê ye bi Serokomar Ehmed Şara ra hevdîtin kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin di hevdîtina di navbera Kalin û Şara da mijarên dualî û herêmî hatin goftûgokirin.

Di hevdîtinê da yekitî, desthilatdarî, îstiqrara siyasî ya Sûriyeyê û girîngiya aştiya civakî hat destnîşankirin û car din hat diyarkirin ku Tirkiye dê her tim li ba Sûriyeyê be.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da behsa têkoşîna ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê dijî tehdîdên navxweyî û derva dide jî kirin û hat diyarkirin amade ne ku her cure piştgiriya hewce bidin birêvebiriya Şamê.

Di hevdîtinê da têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê jî hat guftûgokirin û li ser mijarên berfirehkirina kapasîteya saziyên li Sûriyeyê, ewlehiya sînor, deriyên gumrikê, başkirina şertên aborî û bi awayekî ewledar û dilxwaz paşda vegera penaberên Sûriyeyî sekinîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.