Polîtîka

Sererkan Guler li Brukselê ligel hemtayê xwe yê Amerîkayî li ser Sûriyeyê axivî

Sererkan Orgeneral Yaşar Guler li paytextê Belçîkayê Brukselê ku ji bo civîna Sererkanên NATOyê lê ye, ligel Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley hevdîtin kir.

Önder Beyter   | 15.01.2020
Sererkan Guler li Brukselê ligel hemtayê xwe yê Amerîkayî li ser Sûriyeyê axivî

Washington DC

Sererkan Orgeneral Yaşar Guler li paytextê Belçîkayê Brukselê ku ji bo civîna Sererkanên NATOyê lê ye, ligel Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley hevdîtin kir.

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Albay DeDe Halfhill di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Sererkan Orgeneral Mark Miller îro li Brukselê ligel Sererkanê Tirkiyeyê Orgeneral Yaşar Guler hat cem hev. Herdu fermandar li ser rewşa ewlekariya Sûriyeyê û girîngiya hevkariya Tirkiye-Amerîkayê ya li herêmê sekinîn. Amerîka qîmetê dide peywendiyên stratejîk ên digel Tirkiyeyê."

Sererkanên 29 welatên endamên NATOyê ji bo gotûbêjkirina mijarên di rojeva îtifaqê da li Brukselê hatin cem hev. Serokê Komîteya Eskerî ya NATOyê Orgeneral Stuart Peach serokatiya civîna ku dê du rojan bajo dike.

Şiyana parastin û çavtirsandinê ya NATOyê, mîsyona perwerdeyê ya Iraqê, Mîsyona Piştevaniya Biryardar a li Efxanistanê, hêza aştiyê ya li Kosovayê ku wekî KFOR tê zanîn û peywendiyên ligel Rûsya û hevkaran madeyên sereke yên rojeva civînê ne.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.