Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a li Sûriyeyê ku nêzî PKKyê ye, li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi hinceta ku zordestiyê li partiyên kurd ên li Sûriyeyê dike ve ji aliyê komekî ve hat protestokirin.
Komeka endamên Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê (PDK-S) ku ji nêzî hezar kesî pêk dihat, diyar kirin ku ew PYDyê ji ber tevgerên wê yên li Rojava şermezar dikin. PDK-S jî nêzî Serokê HKIyê Mesûd Barzanî tê zanîn.
Endamên PDK-Syê li taxa Ankaweya Hewlêrê hatin bal hev, bi dirûşmeyan ve di Kolana Yuzlûkê de derbas bûn û li ber Şaxa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kom bûn.
Di destê hin kesan de wêneyên Molla Mistefa barzanî, Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê, ala û drefşên muxalefeta Sûriyeyê û Encûmana Niştimani ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hebûn.
Li ser pankartan dirûşmeyên wek "Bijî Yekîtiya Kurdan", "Bijî Barzanî û Kurdistan", "Ji dîlên di girtîgehên PYDyê re Azadî", "PYD destê xwe ji Rojava bikşîne", "Ji PYDyê re na ji Kurdan re azadî" hatibûn nivîsandin. Piştî kombûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku endamê PDK-Syê Mahmût Mûhammed xwend de hat diyarkirin ku PYD zordestiyê li partiyên din ên li Rojavayê ne dike û tû mafekî jiyanê nade wan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lazim bû ku li Sûriyeyê hemû partiyên kurd li dijî rejîmê bi hevdure tevbigerin. PYD li dijî vê yekê tevgerî û partiyên kurd ji xwe re wek hedef hilbijart. Em wê zihniyeta tekparêziyê ya li Sûriyeyê şermezar dikin."
Endamê polîtburoyê mûstafa Cûma jî destnîşan kir ku rewşa gelê Sûriyeyê qet ne baş e û wiha pê de çû: "Em ji bo ku kirinên PYDyê yên li Rojavayê disepîne şermezar bikin, kom bûn. Tevgerên vê partiyê li dijî berjewendiyên kurda ye û me jî vê yekê bi awayekî demokratîk protesto kir. Xwezî me îro partiyeke kurd li vê dera protesto nekira lê wê zihniyeta wan a tekparêziyê me anî vî halî. Ji ber vê lazim e ku PYD tevgera xwe ya siyasî di demek kurd de bigûherîne û hemû kurdan biparêze."