Polîtîka

"Nêçîrvan Barzanî dê têkiliya Enqere û Hewlêrê xurt bike"

Pispor wisa difikirin ku wek serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzaniyê ku bi nêzbûna xwe ya Tirkiyeyê ra tê zanîn dê piştgiriyeke girîng bide têkiliyên di warê aborî, siyasî û ewlehiyê yên di navbera Enqere û Hewlêrê da

Elif Orhan   | 12.06.2019
"Nêçîrvan Barzanî dê têkiliya Enqere û Hewlêrê xurt bike"

Ankara

Pisporan diyar kir ku Nêçîrvan Barzaniyê wekî serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dest bi peywirê kir bi nêzbûna xwe ya Tirkiyeyê ra tê zanîn û dê piştgiriyeke girîng bide têkiliyên di warê aborî, siyasî û ewlehiyê yên di navbera Enqere û Hewlêrê da

Serokwezîrê berê Nêçîrvan Barzanî di rûniştina asayî ya ku di 28ê gulanê da li Parlementoya Herêma Kurdistanê hat kirin da bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, parlementerên Tirkmen û xiristiyan di parlementoya 111 kesî da bi 68 dengan ji bo serokatiya HKIyê hatibû hilbijartin. Barzanî duh sond xwar û bi awayekî fermî dest bi peywirê kir.

Duh jî di rûniştina asayî ya ku li parlementoyê hat kirin da Mesrûr Barzaniyê ku li ser peywira Misteşariya Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê ye 87 deng sitand û ji bo avakirina hikûmeta nû namzed hat nîşandan. Li gor qanûnên HKIyê tê payîn ku piştî vê biryara parlementoyê Nêçîrvan Barzanî ji bo avakirina hikûmetê Mesrûr Barzanî peywirdar bike.

Pispor di heyama nû ya ku serok û serokwezîrê HKIyê guherî da di mijara dahatûya têkiliyên Enqere û Hewlêr û Bexdayê da nirxandinên xwe ji nûçegihanê AAyê ra gotin.

Kordînatoyê Xebatên Iraqê yê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Bîlgay Duman got ku di demên dawîn da ji ber ku Tirkiye di polîtîkaya Iraqê da çalak e diyaloga di navbera Enqere û Hewlêrê da pêş ket.

Duman destnîşan kir ku Tirkiye Bexda û Hewlêrê wekî alternatîfên hev nabîne û got ku "Herdu hev temam dikin. Ne Hewlêr alternatîfa Bexdayê ye ne jî Bexda alternatîfa Hewlêrê ye. Ji ber vê diyaloga ku Tirkiyeyê hem bi Hewlêrê ra hem jî bi Bexdayê ra pêş xist girîng e."

Duman diyar kir ku îstiqrara Hewlêrê ya navxweyî ji hêla polîtîkaya Tirkiyeyê va jî girîng e û got ku wek serok hilbijartina Nêçîrvan Barzaniyê ku diyaloga wî ya bi Tirkiyeyê ra xurt e ji bo Tirkiyeyê avantaj e.

Duman qala namzediya serokwezîriyê ya Mesrûr Barzanî jî kir û wiha axivî: "Kabîneya ku dê Mesrûr Barzanî ava bike û diyaloga ku bi Nêçîrvan Barzanî ra pêş bixe ji hêla HKIyê va jî girîng e lewra ji herduyan yek dê bibe serokê PDKyê yê di pêşerojê da." Duman qal kir ku berberiyeke muhtemel a di navbera herduyan da dê li HKIyê bêîstiqrariyê zêde bike û da zanîn ku hevkariya aliyan ji bo herêmê heyatî ye.

Duman got parvekirina rayeyên serok û serokwezîr ji hêla HKIyê va dê girîng be û ev got: "Kabîneya ku dê Mesrûr Barzanî ava bike û hevkêşa ku dê bi Nêçîrvan Barzanî ra pêk bîne ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê ra jî girîng e."

Duman qal kir ku helwesta Mesrûr Barzanî dê di têkiliyên Enqere û Hewlêrê da diyarker bibe û axaftina xwe wiha domand: "Heke Mesrûr Barzanî guh bide daxwazên Tirkiyeyê û pozîsyoneke wisa nîşan bide û Tirkiye di vê mijarê da peyamên erênî bide dê diyaloga di navbera herdu aliyan da her ku biçe pêş bikeve. Ez wisa difikirim ku dê pirsgirêkek dernekeve."

Duman bi bîr xist ku Tirkiye bi beşdariya wezîrê karên derva di asta herî bilind da beşdarî merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bû û wiha axivî: "Mevlut Çavuşoglu beşdarî merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bû, ev yek nîşaneya pêbaweriya Tirkiyeyê ya ji Nêçîrvan Barzanî û piştgiriya ku dide pêvajoya siyasî ya li HKIyê ye."

Duman diyar kir ku guherînên di nav siyaseta navxweyî ya HKIy di têkiliyên Hewlêr-Bexdayê da nabe sedema guherînên mezin û got ku pozîsyoneke diyar a Hewlêrê ya hember Bexdayê heye û kî dibe serok bila bibe ev pozîsyon naguhere.

Duman behs kir ku di heyama nû da guhdayîna Hewlêrê ya ji bo têkiliyên bi Bexdayê ra girîng e û wiha axivî:

"Helwesta Hewlêrê ya di mijarên wekî mijara Kerkûkê, herêmên binîqaş, firotina neftê, têkiliyên bazirganî da bê nîşandan dê tesîr li ser têkiliyên bi Bexdayê ra bike. Nêçîrvan Barzanî hem dijî Bexdayê hem jî dijî Tirkiyeyê helwesteke erênî nîşan dide. Niha helwesta Mesrûr Barzanî dê diyarker bibe."

- "Nêçîrvan Barzanî bi nêzbûna xwe ya bi Tirkiyeyê ra tê zanîn"

Lêkolînerê Polîtîkaya Derva yê Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA) Can Acun jî got ku di sala 2017an da birêvebiriya Hewlêrê biryara referanduma serxwebûnê ya yekalî da ev yek di navbera têkiliyên Tirkiye û Hewlêrê da bû sedema rageşiyê lêbelê pêngavên ku rêvebiriya Hewlêrê avêtin û ziyaretên Hewlêrê yên demên dawîn ên Çavuşoglu dîsa têkilî normalîze kirin.

Acun destnîşan kir ku ev pêvajoya normalîzebûnê warên aborî, siyasî û ewlehiyê dihewîne û Nêçîrvan Barzaniyê ku wek serokê nû hat hilbijartin serokatiya pêvajoya normalîzebûna têkiliyan kir. Acun got "Geşedaneke gelekî erênî ye ku Nêçîrvan Barzanî bû serokê herêmê, ew bi nêzbûna xwe ya bi Tirkiyeyê ra tê zanîn."

Acun diyar kir ku di demên dawîn da di navbera Hewlêr û Enqereyê da di warê ewlehiyê da pêşketineke girîng çêbû û wiha axivî:

"Tirkiye ne tenê bi PKKyê ra di mijara têkoşîna dijî FETO û DEAŞê da jî Hewlêrê wekî partnereke girîng dibîne. Enqere hem di Herekata Biryardariyê da hem jî Herekata Pencikê ya niha tê kirina da dixwaze ku bi Hewlêrê ra kordînasyon bê pêkanîn. Ji vê aliyê va serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê di mijara têkoşîna dijî PKKê da encamên erênî derxîne holê."

Acun diyar kir ku Tirkiye di mijara ewlehiya erza vejenê da girîngiyê dide HKIyê û destnîşan kir ku bi mueyîdeyên dijî Îranê yên Amerîkayê ra Tirkiye d nav wê hewldanê da ye ku nefta ji Îranê distand ji Iraqê temîn bike. Acun parast ku dê Nêçîrvan Barzanî ji bo trasnfera nefta Iraq û HKIyê ya ji bo Tirkiyeyê bêtir înîsiyatîfê hilde ser xwe.

Acun destnîşan kir ku Tirkiyeyê di qeyranên di navbera Hewlêr û Bexdayê da rola navçîtiyê hilda ser xwe û got ku "Ez wisa difikirim ku Nêçîrvan Barzaniyê ku figurekî siyasî yê dîplometîk e û şûna ku pirsgirêkan bi pevçûnê çareser bike di wê lêgerînê da ye ku bi rêya siyasetê çareser bike û dê di mijara têkiliyên Bexda û Hewlêrê da jî pêngavên erênî biavêje."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın