Polîtîka

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Meclisê bike

Gazi Nogay  | 05.02.2026 - Rojanekırın : 06.02.2026
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Meclisê bike

TBMM

 Serokatiya Meclisê der barê rapora ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kiriye da wiha got: "Di rojên pêş me da di civîna komîsyonê ya tê plankirin ku çêbibe da halê dawîn a raporê wê diyar bibe û ew ê pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin."

Di daxuyaniya Serokatiya Meclisê da hat gotin Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş der barê rapora ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kiriye da nûnerên komên partiyên siyasî qebûl kir.

Hat gotin Kurtulmuş heta niha bi nûnerên komên partiyên siyasî ra 5 civîn kiriye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di van civînan da mijarên li gor raporên ku ji hêla partiyan va hatine amadekirin bi hûrgilî û hesas hatin nirxandin. Di rojên pêş me da di civîna komîsyonê ya tê plankirin ku çêbibe da halê dawîn a raporê wê diyar bibe û ew ê pêşkêşî Serokatiya Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.