Polîtîka

Ji Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu dîplomasiya "kêmkirina aloziyê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih wiha got, "Ji bo kêmkirina aloziya li herêmê me xeberda bê ka em dikarin çi bikin."

Önder Beyter   | 09.01.2020
Ji Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu dîplomasiya "kêmkirina aloziyê"

Ankara

Çavuşogluyê ku ji bo qederek hevdîtinan çû Iraqê, li Bexdayê ji aliyê Serokomarê Iraqê Salih va hat pêşwazîkirin.

Wezîr Çavuşoglu di peyama xwe ya li ser Twitterê da diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya ligel Salih da silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dayê û wiha dewam kir:

"Me bal kişand ku di serdemeke ev çend hesas da Iraq ne bi tenê ye. Ji bo kêmkirina aloziya li herêmê me xeberda bê ka em dikarin çi bikin. Herwiha me girîngiya ku em didin yekîtî û îstiqrara Iraqê anî ziman."

Ji aliyekî din va Çavuşoglu di peyameke xwe ya din da jî ragihand ku ew ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî civiya û wiha got, "Di hevdîtina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî da me diyar kir ku di vê serdema dijwar da alîkarî û desthevgirtina me û gelê Iraqê ku xwîşk û birayên me ne, dê dewam bike. Em li ser gavên ku dê Iraqê ji rageşiya li herêmê dûr bigire rawestiyan."

Di çarçoveya ziyaretê da tê pêşbînîkirin ku ligel geşedanên li herêmê, peywediyên dualî yên herdu welatan jî dê bên gotûbêjkirin.

Ji aliyê din va Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got: "Tirkiye naxwaze Iraq ji bona hêzên biyanî bibe qada şer."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê ra axivî

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Bexdayê bi Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê ra hat ba hev.

Hevdîtina Çavuşgolu-Ebdilmehdî li Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê hat kirin û çapemenî hilnedan civînê.

Li bendê ne ku Wezîr Çavuşoglu bi Berhem Salihê Serokomarê Iraqê, Mihemed Elî el-Hekîmê Wezîrê Karên Derva , Mihemed el-Halbûsiyê Serokê Meclisê ra jî were ba hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.